Li ber avahiya NY`yê bêdengiya navneteweyî der barê rewşa Ocalan de hate şermezarkirin

Çalakvanên Qamişlo diyar kir ku wê çalakiyên xwe berdewam bikin, her wiha bêdengiya navneteweyî şermezar kir.

Li ber avahiya NY`yê bêdengiya navneteweyî der barê rewşa Ocalan de hate şermezarkirin
29 sibat, 2020   10:29
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişlo piştî şewata ku li îmraliyê derketiye, ji 27`ê Sibatê ve li pêşiya avahiya komseriya Kar û Barên Penberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakî li dar xistine.

Çalakevanên ku di bin konê protestokirinê yê Qamişlo de ne, nerînên xwe bi ajansa me ANHA’yê re parve kirin.

Selîma Mihemed  ku yek ji çalakvanan ye anî ziman ku konê çalakiyê  konê rûmetê ye û got: "Em îro bi serokê xwe re ne, ev agirê ku îro li girtîgeha Îmraliyê pêxistine li hember wê em jî agir in û dê wan bişewitînin. Bila nebêjin kes ne bi serok re ye, em bi serokê xwe re ne."

 Selîma wiha berdewam kir: "Bila Erdogan zanibe ku îro em bûne agir, em  li pey serokê xwe hetanî nuqteyek  xwîn di laş me de hebe bin, hetanî ku parêzer bi serok re hevdîtinê pêk neynin  dê çalakiyên xwe berdewam bikin."

Her wiha Hacer Hesen bêdengiya navnetewî şermezar kir û wiha domand: "Em wekî jin bi taybet  dê çalakiyên xwe berdewam bikin, em dibînin ku dewletên cîhanê hemû bê deng in hetanî di raghandinê de jî bêdengiyeke zêde heye. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku vê dozê çareser bikin û bihêlin parêzer serok bibînin."

Mecîd El-Casim jî da zanîn ku ew bi şewata ku li derdora rêber Ocalan çêbûye diêşin, wê çalakiyan berdewam bin heta azadiya serok Apo.

(ekib)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MSkQ-Jc4IeA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>