Di civîna Cinêvê de, piştgiriya ji bo Rêveberiya Xweser 

Rêveberiya Xweser û nûnerên dewletên Ewropa beşdarî civîna li Cinêvê bûn û bal kişand ser piştgiriya Rêveberiya Xweser û girîngiya beşdariya civînên têkildarî rewşa Sûriyê.

Di civîna Cinêvê de, piştgiriya ji bo Rêveberiya Xweser 
29 sibat, 2020   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana bajarê Cinêvê yê Swîsreyê kir û li wir civînek bi berpirsên siyasî û dîplomatîk ên çend dewletên Ewropa, rêxistinên cîhanî-siyasî, hiqûqî û mirovî re li dar xistin. Civîn 3 rojan dewam kir.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîgirê Heverokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiyakurd, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê, Cîgirê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener Kiêt, Berdevkê Fermî yê QSD`ê Kîno Gibraîl, Gerînendeyê Buroya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Cinêvê Hikmet Îbrahîm û Gerînendeyê Navenda Sûriya Stratejîk Nasir Hac Mensûr, pêk tê.

Li ser asta dewletên Ewropa jî nûnerên wezaretên karên derve yên li dewletên Ewropa, rêxistinên mirovî-siyasî û hiqûqî beşdarî civînê bûn.

Dozên bingehîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û rewşa Sûriyê rojeva civînê bûn.

CIVÎNÊ BAL KIŞAND SER REWŞA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ Û BÊDENGIYA NAVDEWLETÎ

Şandeya Rêveberiya Xweser rewşa herêmê piştî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin, nexasim rewşa herêmên Serêkaniyê û Girê Spî û lihevkirinên navneteweyî û pêşketinên siyasî şirove kir. Her wiha asta binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê li herêmê pêk anîne, anîn ziman.

Beşdaran rewşa Efrînê û bêdengiya civaka navdewletî beramberî vê yekê nirxandin, di heman demê de şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî ziman ku bêdengiya civaka navdewletî aloziyê kurtir dike.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ Û HEVKARIYA BI KOALÎSYONÊ RE

Şandeyê amaje bi kar, xebata QSD`ê û Rêvberiyê kir û wiha parve kir: "QSD û Rêveberî hîn jî  bi hevkariya Koalîsyonê têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ`ê û komên terorîst dide meşandin."

Her wiha di civînê de behsa dosyaya çeteyên DAIŞ’ê, têkbirina şaneyên wê, endamên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de û malbatên çeteyên li kampan, hat kirin.

Beşdaran destnîşan kir ev dosya li ser tevahî astên Sûriyê, herêmî û navdewletî gelekî mezin û xeternak e û bal kişand ser ku doza DAIŞ’ê dozeke navdewletî û herêmî ye û kûrbûna wê yên siyasî, hiqûqî, civakî, çandî û ewlehî yên xeter û giring hene .

Beşdarên civînê piştrast kir ku divê mijara DAIŞ, malbat û zarokên bi cidî bê destgirtin, her wiha piştevaniya Rêveberiya Xweser û hevkariya wê bê kirin. Divê civaka navdewletî bi rihekî berpirsiyar ê guncawa li vê dozê binêrin.

‛RÊVEBERIYA XWESER DI XEBATÊN XWE DE TEVÎ ÊRIŞAN BERDEWAM KIR’

Nîqaşan bal kişand ser kedên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya xizmetkirina gel û pêkanîna pêdiviyên herêmê. Her wiha behsa mezinbûna azar û fişarên ku Rêveberiya Xweser tevî êrişên leşkerî, siyasî, aborî û çapemeniyê ji gelek aliyan ve di vê merheleyê cihêreng de tê re derbas dibe hat kirin. Lê belê rastiya ku di vî warî de li ser hatiye piştrastkirin, hêza rêveberiyê ya bersivdayînê û berdewama wê di xebatan de tevî astengiyan û hat eşkerekirin ku rêveberî dikare bimîne û berdewam bike.

Di civînê de beşdarên biyanî îşaret pê kir ku dema borî ya urt têrê dike ku cîhan cidiyet û hêza rêveberiyê tevî mekanîzmeyên wê û êrişên dijwar binase ku bi israr e.

Di vê çarçoveyê de nûnerên dewletên Ewropayê yên beşdarî civînê bûne soza piştevanî û piştigiriyê li ser tevahî astan da Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku derfetên wê geş bike û alîkariya wê di pêşketin û pêşdeçûnê de bike.

‛RÊVEBERIYA XWESER AMADE YE BI TEVAHÎ ALIYAN TÊKILDARÎ REWŞA SÛRIYÊ RE DAN Û STANDINAN BIKE’

Şandeya rêveberiyê di civînê de piştrast kir ku bi pratîk û teorî li gorî rêgezên exlaqî yên siyaseta durist bi rêya danûstandina bi tevahî aliyên ku têkiliyên başbûna cîrantî û pêşketina têkiliyan li ser tevahî astan tev digerin. Her wiha amade ye hevpeyvîn û dan û standinan bi tevahî hêz û dewletên têkildarî doza Sûriyê ne pêk bîne ku ji pêdiviyên çareya siyasî ye.

‛PÊWÎST E RÊVEBERIYA XWESER DI CIVÎNÊN NAVDEWLETÎ YÊN DER BARÊ SÛRIYÊ DE BEŞDAR BE’

Beşdaran bal kişand li ser hevpeyvînên navdewletî û herêmî yên çareserkirina Sûriyê û pêwîstiya beşdariya Rêveberiya Xweser bi awayekî aktîv di tevahî dan û standinên navdewletî yên li Cinêvê û rûniştinên dîtir de li gorî biryara 2254 di çarçoveya yekitiya Sûriyê ya nenavendî ya demokratîk de ku tevahî pêkhate û mafên wan diparêzin. Her wiha nûnerên dewletên Ewropayê yên ku beşdarî civînê bûne piştrast kir ku dê kedên guncaw li navendên biryaran bidin da ku beşdariya aktîv a Rêveberiya Xweser dabîn bikin û gotin Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî nimûneya çareya bê nakokî ye.

Tevahî aliyên beşdarî civînê bûne li ser girîngiya vê hevpeyvînê misoger kir û diyar kirin ku dê biryarên cidî der barê dozên çarenûsî de bidin. Her wiha beşdaran piştrast kir ku divê mîna van hevpeyvînên aktîv ên cidî û bi encam berdewam bikin.

(fr-eh)

ANHA