Kombûyîna Erebî hişyariya xeteriya destwerdanên herêmî û navdewletî di Sûriyê de da

Kombûyîna Erebî hişyariya destwerdana dewletên herêmî û navdewletî di rewşa Sûriyê de da û bang li aliyên bi nakok kir, ku yekser şer rawestînin.

Kombûyîna Erebî hişyariya xeteriya destwerdanên herêmî û navdewletî di Sûriyê de da
29 sibat, 2020   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekretêrê Giştî yê Kombûyîna Dewletên Erebî bang li aliyên li ser xaka Sûriyê şer dikin, kir ku yekser li Bakur û Rojavayê Sûriyê şer rawestînin.

Ebû El-Xeyîz hişyariya xeteriya destwerdanên dewletên herêmî û navdewletî li ser xaka Sûriyê kir û ragihand, ku van aliyan hişt rewşa meydanî ya Sûriyê xerabtir bibe û çareseriya aloziya Sûriyê jî asteng bibe, ji ber vê yekê şer destpêkê bandorê li ewlehiya Sûriyê dike û paşê jî li herêmê dike.

Berpirsekî di Kombûyîna Erebî de jî der barê rewşa Sûriyê ev tişt anî ziman: " Şerê li Bakur û Rojavayê Sûriyê tê wateya binpêkirina qanûnên navdewletî û bû sedema koçberkirina bi milyonan gelên Sûriyê, her wiha avahiyên sivîlan ji dibistanan bigire û heta bi nexweşxaneyan derbikeve dikin armanc."

Di vê çarçoveyê de, Ebû El-Xeyîz piştrast kir, divê Meclisa Ewlehiyê berpisyartia agirbesta mirovî ragihîne û alîkariya lezgin rêbikin ji zêdetirî 3`yê milyon gelê Sûriyê re.

 (eh)