Mijarên rojnameyên erebî – 29 Sibat

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlib, bijarteyên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan, rewşa Lîbyayê û belavbûna vîrûsa Korona kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 29 Sibat
29 sibat, 2020   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ŞERÊ IDLIBÊ; ERDOGAN Û METIRSIYÊN DÛBAREKIRINA TECRÛBEYA SEDAM HUSÊN

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî rewşa Idlib û bijarteyên Tirkiyê ye. Di vî warî de Dr.Xetar Ebû Diyab di rojnameya El-Ereb de gotarek belav kir û wiha dibêje: "Şerê li Bakur û Rojavayê Sûriyê zêde bû û artêşa Tirkiyê zirareke mezin di 27`ê vê mehê de dît û di encama êrişa berfireh a bi çavdêrî û beşdariya Rûsyayê li dijî Idlibê û pêkanîna peymana Sochiyê(agirbesta Pûtîn-Erdogan a 2018’an) li gorî nêrîna Moskovê de herî kêm 34 leşkerên Tirk hatin kuştin."

Der barê nêrîna ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan heta dawiya Sibatê diyar kirî ku hêzên artêşa Sûriyê yên nuqteyên çavdariya dewleta Tirkiyê li herêmê dorpêç kirine, bi paş de vekişin, Enqere li beramber bijarteyên diyarkirî ye. Ji ber ev krîz gefan li têkiliya Rûsya û Tirkiyê dixwe xeteriyê heke şerekî giştî çêbû û her wiha piştevaniya Amerîkayê ne misoger e.

Da ku Erdogan xwe ji bizaveke fireh a li Bakur û Rojavayê Sûriyê biparêze û tecrûbeya Sedam Husên a li Kiwêtê dûbare nebe, desthilatê nû bi  Qeyserê nû re girêbestekê pêk tîne da ku herî kêm berjewendiyên Tirkiyê yên ewlehî û stratejîk li gorî nirxandina Erdgoan pêk bên.

Ev jî bi planên Vladimîr Pûtîn ve girêdayî ye ku li gorî mijûlbûna Donald Trump a şerkirina kursiya serokatiyê re hesaban dike. Her wiha li aliyekî din Angela Merkel jî li ser lidarxistina lûtkeya çaralî bi Macron û Erdogan re qebûl kir, da ku ji vê lîstoka şetrenjê ya ku Kremlin dihûne bi hêsanî derkeve.

EL-BEYAN: ÎXWAN LI SER RÊVEÇÛNA CINÊVÊ YA DER BARA LÎBYAYÊ DE SERWER E

Têkildarî Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîs: "Civînên Cinêvê yên diyaloga siyasî bi beşdariya 15 delegeyan û nehatina 22’yan berdewam kir. Lê belê serokê parlamentoyê, şêwirmend Eqîle Salih agahdar kir ku divê endamên meclisê beşdarî daniştina fermî ya ku dê duşemê li Binxazî li dar bikeve, bibin da ku nakokiyên rêveçûna siyasî ya diyaloga Lîbyayê û zêdegaviyên nûnera navneteweyî der heqê desthilatên rewa yên nûnertiya gelê Lîbyayê de  nîqaş bikin. 

Koma Îxwan, baska wê ya siyasî Partiya Edalet û Bena û hevalbendên wê serwerî li civîna Cinêvê bi rêya rêveberê komê Abdurezaq El-Eradî, rêvebera partiyê Macîda El-Felah û parlamenterên ji parlamentoyê derketine yên ku li ser Tiyar El-Muteterif tên hesibandin; Mihemed El-Reêd, Ayşe Şelabî, Seyide El-Yeiqûbî û Umer Xeys, kir.

ŞERQ EL-EWSET: KORONA LI SER RÊYA HEVIRŞMÊ YE Û TÊKILIYÊN GLOBALÎ(NAVNETEWEYÎ) QUT DIKE

Der barê belavbûna vîrûsa Korona de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Vîrûsa Korona ya nû belavbûna xwe li cîhanê didomîne, bi wê re jî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê asta xeterbûna wê bilind kir, her wiha eşkere kir ku hejmara bi vîrûsê ketine 83 hezar û 310 in û yên mirine jî 2 hezar û 858 hatine qeydkirin."

(fr)