Li eyn Dîwarê beraz xeteriyê li ser mewsima çandiniyê çêdikin

Li derdora gundê Eyn Dîwar ê herêma Dêrikê, berazên kovî li nava erdan belav bûne û gefan li zad dixwin, cotkar jî ji vê yekê ne rihet in.

Li eyn Dîwarê beraz xeteriyê li ser mewsima çandiniyê çêdikin
Li eyn Dîwarê beraz xeteriyê li ser mewsima çandiniyê çêdikin
Li eyn Dîwarê beraz xeteriyê li ser mewsima çandiniyê çêdikin
Li eyn Dîwarê beraz xeteriyê li ser mewsima çandiniyê çêdikin
29 sibat, 2020   09:10
QAMIŞLO-NEJBÎR OSMAN

Artêşa Tirk a dagirker ji beriya 5 salan ve nahêle şêniyên gundê Eyn Dîwarê nêzî erdên xwe bibin, ji ber vê yekê liv û tevger li hin rûberên erdan nema ye, vê yekê hîşt li derdora gundê Eyn Dîwar ê herêma Dêrikê beraz bi awayekî zêde derkevin.

Lê îsal şêniyên erdên xwe çandin û bi hêvîne ku artêşa Tirk hilberînê asteng neke. Rûbera erdên ku şênî nekarin nêzî wê bibin derdora 7 hezar donim e, ev yek hîşt ku berazên kovî derkevin holê.

Di dema niha de, belavbûna berazên kovî jiyana şêniyên naxe xeteriyê de, lê belê bandorê li erdên nêzî gundê dikin. Di vê derbarê de şênî dibêjin, ku beriya niha hejmara berazên kovî kêm bû, lê ji ber herêm vala bû hejmara berazan zêde bûye.

Cotkarê bi navê Abdullah Xelîl ê ji gundê Eyn Dîwar amaje bi çandina erdan kir û got: " Tevî xeteriyê lê me erdên xwe çandin û lê dîsa bi diyardeya belavbûan berazên êovî re rû bi rû ne, ji ber ku bandorê li hilberînanan dike. Berazên kovî erdan dikolin û di encamê de hilberîn xerab dibe."

Her wiha cotkarê bi Îsmaîl Hacî destnîşan kir ku berî niha beraz li derdora sînor hebûn û hejmara wan kêm bû, lê niha li nava erdan belav bûne û bandorê li erdan dikin, heta hin caran beraz digihêjin nêzî gund.

Îsmaîl bal kişand ser ku alavên berazan dûrî erdan bixin li cem cotkaran tune ne, ew bang li aliyên peywendîdar dikin, ku bergiriyên pêwîst bigirin.

Nûçegihana me jî azara cotkaran ji aliyên peywendîdare ragihand.

Endamê Saziya Çandinî û Sewalkariyê şaxê herêma Dêrikê Selah Hemza piştrast kir, ku derbarê belavbûna berazên kovî li nava erdan şênî gilîname pêşkêş kirine, amadekariyan dike ku komîteyekê rêbike herêmê û çareseriyekê ji bo dûrixistina berazan ji erdên çandiniyê re, peyda bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dHooUunaFow" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>