Li Hesekê kirîza mazotê çareser bû

Hevserokê Komîteya Sotemeniyan şaxê Hesekê diyar kir ku bi armanca derbaskirina kirîza sotemeniyê ya li bajarê Hesekê rû dide, gerînendeyê biryara da ku lîtreyên mazota li komîetyan tê belavkirin, were diyarkirin.

Li Hesekê kirîza mazotê çareser bû
29 sibat, 2020   08:40
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji ber rewşa hewayê, beşek mezin ji heraqeyên mezotê neket xizmetê, ev yek jî bû sedem ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirîna kêmbûna mazotê derkevê holê.

Her wiha ji ber êrişên artêşa Tirk bi hezaran şêniyên herêma Serêkaniyê û gundewarên wê koçberî bajarê Hesekê bûn, Rêveberiyê Xweser neçar ma ku dest bi dabînkirina kel û pelên koçberan bike.

Di heman demê de, Li bajarê Hesekê hem ji ber hejmara erebeyên berê û yên niha kirîza mazotê derket.

Hevserokê Komîteya Sotemeniyan şaxê Hesekê Şiyar Heso da zanîn ku ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de li dijî herêma Serêkaniyê û gundewarên wê, kirîza mazotê li bajarê Hesekê derket û wiha dewam kir: "Ev yek bandor li kar û xebata heraqatên li bajarokê Rimêlanê ya kantona Qamişlo kir û ji ber xeteriya riyan, hejmarek sehrîc barkirî nekarîn derbasî bajêr bibin."

Hiso diyar kir, ku ji bo demsala zivistanê ew xwedan plan bûn, lê ji ber êrişên artêşa Tirk ku bû sedema koçberkirina bi hezaran sivîl û li bajarê Hesekê bi cih bûn, bername hate guhartin, ji ber vê yekê wan mazot li koçberên li navendên ku ji wan re hatine diyarkirin û kampa Waşokanî belav kir.

Şiyar Hiso bibîr xist ku ew mazotê saziya Satkopê digirin û ji wan tê xwestin ku ew mazotê bi awayekî rêxistinkirî li xwediyên jenetoran, gaziyan û welatiyan belav bikin.

Şiyar Hiso di dawiya axaftina xwe de ev agahî da: "Bi armanca derbaskirina vê kirîzê, Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar dan, ku lîtreyên mazota li komîteyê were belav, diyar bibe û ew jî 16 sehrîc in."

(eh)

ANHA