Bi berherêmên herêmî bazarê geş dikin

Gerînendeya Çandiniyê ya girêdayî Desteya Aborî ya herêma Firatê bi berhemên zivistanê yên baxçeyên sergirtî nirxên zebzeyan daxistin.

Bi berherêmên herêmî bazarê geş dikin
29 sibat, 2020   07:42
KOBANÊ – SAMIR OSMAN

Gerînendeya Çandiniyê ya girêdayî Desteya Aborî ya herêma Firatê hewl dide bi rêya berhemên herêmî yên mîna medcene, depoyên xwarinê û avakirina baxçeyên sergirtî sûka zebzeyan pêş bixîne.

Girêdayî mijarê hevserokê Komîteya Çandiniyê ya navçeya Kobanê Mehmûd Kîko diyar kir ku 4 hektar erdê çandiniyê ji baxçeyên sergirtî re hatiye veqetandin û got: " Me gelek cûre zebze çandine mîna firingî, bacanê reş û xiyar. Di rojên bê de heger rewşa hawayê baş be emê daxînin sûkan."

/kr/uploads/files/2020/02/29/074619_kobani-komita-candni-1.webp

Kîko anî ziman ku armanca ji baxçeyên sergirtî geşkirina sûkê bi madeyên xwarinê û sivikkirina barê welatiyan e.

Mehmûd Kîko diyar kir ku nirxên van madeyan li gorî sûkê wê kêmtir be û wiha domand: "Em hewl didin bi vê yekê rê li ber keysbaziya bazirganan bigirin û li şûna girtina madeyan ji derve rêgeza xwetêrkirinê pêş bixînin."

Li gorî agahiyên ku me ji kesên di baxçeyên sergirtî de dixebitin, girtine; Di baxçeyên sergirtî de 10 hezar şitlên firingiyan, 16 hezar şitlên bacanê reş û derdora 8 hezar şitlên xiyaran hene.

Rêjeya berhemdayîna baxçeyên sergirtî li gorî rewşa hewa û bilindbûna û daketina germê ye.

ANHA