ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 -02-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 -02-2020
28 sibat, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Çalakiyên bi armanca naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê merasîmê sersaxiyê yên şehîdên komkujiya li gundê Aqîbê û şervanê YPG‘ê Dilşêr Kefer Nasih, li gundê Kefer Nasih lidar dixe, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Kobanê bang li desthilatdariya Tirkiyê kirin ku rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan eşkere bike û bihêle parêzer hevditîna pê re bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Helebê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û komkujiyên li dijî şêniyên Efrînê şermezar kirin û gotin, şêniyên Efrînê di berxwedanê de berdewam in. Şêniyan bang li aliyên têkildar kirin ku sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk re deyinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberê ji Idlibê Ehmed Suleyamn got: " Bajarê Idlibê bûye şanogeha  çeteyên ku Tirkiyê desteka wan dikin ku herêmê li ser hesabê rih û xwîna me difroşe rejîma Sûriyê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navê xwe ji komkujiyên dewleta Osmanî girtiye. Çeteyên DAIŞ`ê dêra wê wêran kirin. Lê dîsa jî wek şahidê kirinên Tirkiyê û çeteyên wê heya roja me ya îro maye. Navê xwe ji komkujiyên dewleta Osmanî girtiye. Çeteyên DAIŞ`ê dêra wê wêran kirin. Lê dîsa jî wek şahidê kirinên Tirkiyê û çeteyên wê heya roja me ya îro maye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez li ser bûyera şawata li Îmralî axivî. Bîlmez diyar kir ku ji ber bandor û wateya Ocalan ji gelê Kurd re, hem Tirkiye hem jî pergala navnetewî di kesayeta Ocalan de polîtîkayên xwe li ser gelê Kurd didin meşandin û got: “Divê Wezîrê Edaletê û CPT daxuyaniyên ku kirine bînin cih.” (BI WÊNE).

-Lêkolîner û rojnamevanê Misirê Mihsin Ewedullah anî ziman ku xelasbûna lîderên mîna Ocalan yek ji taybetmendiyên desthilatdarên Rojhilata Navîn e. Ewedullah destnîşan kir her xeteriyek li ser jiyana Ocalan dê ewlehiya herêmê û pêşeroja Tirkiyê xirab bike. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Sarcên avê yên ku QSD‘ê ji navendê xwe kişandine dest bi belavkirina avê şêniyên bajarê Hesekê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA