Mergede…Çiyayê ku navê xwe ji komkujiyên Osmaniyan girtiye

Çiyayê Mergedê navê xwe ji komkujiyên dewleta Osmanî girtiye. Çeteyên DAIŞ`ê dêra wê wêran kirin. Lê dîsa jî wek şahidê kiryarên Osmanî, Tirkiyê û çeteyên wê heya roja me ya îro maye.

28 sibat, 2020   05:35
HESEKÊ-BESÊM EL-DEXÎL

Bajarokê Mergede warê bihevrejiyankirina êlên Hesekê û Dêrazorê ye. Têkiliyên civakî û kevneşopiyên hevpar di navbera wan de ava bûne.

Bajarokê Mergeda bi 105 km ji bajarê Hesekê û 80 km ji bajarê Dêrazorê dûr e. Navê xwe ji gorên kesên Ermen ên ku Osmaniyan kuştine girtiye. Osmaniyan di sala 1915`an de qirkirinek li ser gelê Ermen pêk anî.

Di Çiyayê Mergede de gorên bi dehan şêniyên pêkhateya Ermen hene. Osmaniyan di 1915`an de herêm dorpêç kirin û komkujî pêk anîn. Ji ber gorên Ermenan di wî çiyayî de navê bajarok bû Mergede.

Di sala 1915`an de dewleta Osmanî êrişî komek Ermen ên ku ji ber zilma wan ber bi herêmên rojhilatê Sûriyê direvîn, kir. Komên Ermenan li herêmên wek Xefsa Ermen li El-Cebsa li gundewarê Şedadê, Dêrazorê û Çiyayê Mergede hatin girtin.

Tevî wêraniya mezin ku li Mergede pêk hatiye, lê wek şahidê komkujiya Osmaniyan li ser Ermena ma. Di çiya de gorek sembolîk heye.

Şêxê êla El-Seyad Macid El-Arak diyar kir ku tê texmînkirin ku bi sedan cenazeyên Ermenan hîna di hemêza çiya de hene û got: "Yê ku serdanê çiyê dike tenê bila toza li ser erdê bilivîne wê cenazeyên wan bibine."

El-Arak di derbarê alîkariya gelê Ereb ya ku wê deme bi gelê Ermen kirine de wiha axifî: “Wê demê şêniyên ji pêkhateya Ereb beşek mezin ji zarok û jinên Ermen di malên xwe de weke ku Ereb in veşartine. Da ku ji wê komkujiyê xilas bikin. Îro ew ji hêla êlên Ereb ve wek Ermenên ku ji hovîtiya Osmaniyan xilas bûne tên naskirin.”

El-Arak diyar kir ku piştre Ermeniyan di lûtkeya Çiyayê Mergedeyê de li nêzî gorên Ermenan dêrek ava kirine. Da ku Ermen her sal di rojek diyar de serdana çiya bikin û nimêjên xwe bikin. Her sal gelek serdêr ji tevahiya cîhanê serdana dêrê dikirin.

El-Arak wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikumeta Ermenîstanê ji bo spasiya şêniyên herêmê yên ku Ermen parastine, nexweşxaneya Şehîdên Ermen li Mergede ava kirine.”

El-Arak bibîr xist ku piştî destpêkirina aloziya Sûriyê û piştî ku DAIŞ`ê bajarokê Mergede kontrol kir, çeteyan kiryarên Osmaniyan domandin û dêr teqandin. Tiştek ji dêrê nemaya.

El-Arak got: “Tirkiyê bi rêya şerê xwe yê li dijî tevahiya rengên Sûriyê yên ku bi hev re dijîn ji Ereb û Asûr û Kildan û çînên din, armanc dike Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî plana Mîsakki Mîlî dagir bike û  heya bigihêje Kerkuk ê. Êrişa Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hinceta “herêma ewle” berdewamkirina wan komkujiyan e.”

Girêdayî heman mijarê Elî El-Mixlif ê ji şêniyên bajarokê Mergede got: “Komkujiyên dewleta Osmanî li ser Ermenan û qirkirina nejadî ku di wê demê de pêk aniye, Tirkiye jî dixwaze îro vejîne. Lê vê carê li dijî tevahiya gelê Sûriyê bê cudahî û bi hincetên ne rast.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e3kNv7n-qbw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>