Kongreya PYD`ê dest pê kir

Kongreya 8`emîn a PYD`ê bi dirûşma "Bi yekitiya demkokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" dest pê kir.

Kongreya PYD`ê dest pê kir
Kongreya PYD`ê dest pê kir
Kongreya PYD`ê dest pê kir
Kongreya PYD`ê dest pê kir
24 sibat, 2020   07:48
QAMIŞLO

Beriya niha bi çend kêliyan kongreya 8`emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" dest pê kir. 600 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, başûrê Kurdistanê û Ewropayê beşdarî kongreyê bûne. Kongre li bajarokê Rimêlan ê girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

Nûnerên MSD, QSD, Desteya Koordînasyona Nîştimanî – Tevgera Guhertin, Partiya Yekitiya Suryanî, Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyasetmedar, nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên jin û ciwanan, eşîrên Kurd û Ereb, rewşenbîr û akademîsyen tev li kongreyê bûne.

Li hola kongreyê wêneyên şehîdên PYD`ê (Şîlan Kobanê, Bavê Cûdî, Osman Dadelî) şehîdên Kurdistanê (Rustem Cûdî) wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Şoreşa Rojava şoreşa gel û jiyana hevbeş e", “Jina azad mîsogeriya civaka demokratîk, azad û xwezayî ye" û hwd. hatine daliqandin.

Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Tê payîn ku hevserokên PYD`ê Şahoz Hesen û Ayşe Hiso biaxivin.

Her wiha tê payîn ku hevserokatiya partiyê jî were hilbijartin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Dvo0Y8Cs1vQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>