Rûsya: Hewldanên neçarkirina rejîmê ji bo ku bi terorîstan re bikeve diyalogê biser nakevin

Şandeyê Rûsya yê herdem ê NY`î Vasily Nebenzia di civîna Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî de got: “Hewldanên neçarkirina rejîma Sûriyê ji bo ku bi terorîstên Idlibê re bikeve diyalogê bi ser nakevin.”

Rûsya: Hewldanên neçarkirina rejîmê ji bo ku bi terorîstan re bikeve diyalogê biser nakevin
19 sibat, 2020   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyê Rûsya yê herdem ê NY’î Vasily Nebenzia di civînê de teqez kir ku Moskova dê  piştgiriya xwe ji rejîma Sûriyê re bidomîne.

Vasily Nebenzia destnîşan kir ku pêwîste pêşkêşkirina desteka leşkerî ji rêxistinên terorîst ên ku li Sûriyê çalak in di nav de Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê ) a ku di lîsteya terora navneteweyî de ye were rawestandin.

Vasily Nebenzia wiha domand: "Me di vê dawiyê de daxuyaniya berpirsê Amerîkayê yê peyabilind James Jeffrey (şandeyê Amerîkayê yê têkildarî karûbarên Sûriyê) bihîst ku Heyet Tehrîr El-Şam rêxistineke ku danûstandinên pê re dibe. Lê em dixwazin teqez bikin hewldanên peydakirina çarçoveyek siyasî ji terorîstan re û neçarkirina hikumeta Sûriyê ji bo ku bi wan re bide û bistîne bisernakevin."

(şx)