Rêxistina Efûyê binpkirinên dagirkeran li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê belge kirin

Rêxistina Efû ya Navneteweyî rapora xwe ya salê derxist. Tê de ronahî berdane ser binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di êrişên li serî herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê, dagirkirina bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Rêxistina Efûyê binpkirinên dagirkeran li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê belge kirin
19 sibat, 2020   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di raporê de şehîdbûna 180 sivîlan di demên di navbera 9 û 20`ê Cotmehê de ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye belgekirin.

Her wiha rêxistinê êrişên Tirkiê di 9`ê Cotmehê de li dijî jîngehan bi bêserûber wesifandin û wê malên sivîlan, dibistan û firanan kirine hedef.

Di raporê de hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê derfet da çeteyan, wan jî nehişt şênî derbasî malên xwe bibin. Her wiha komên çeteyan milkên sivîlan desteser kirin û veguherandin bargehên leşkerî.

Rêxistinê di rapora xwe de bibîr xist ku komîteya lêpirsînê ya NY`î teqez kiriye ku piraniya şêniyên bajarê Efrînê  bi miqdarên mezin pere dane komên çeteyan da ku milkên xwe yên ku ji wan dizîne vegerînin. Tevî ku xwediyên zeytûnê bac didin çeteyan.

Rêxistina navneteweyî teqez kir ku komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker  berpirsa 45 haletên ravendina sivîlan e. Bi armanca ku fîdyayan ji malbatên wan bigirin. Çete weke ceza li şêniyan dibirin ji ber ku daxwaza milkên xwe dikin an jî bi îdia ku endamên Hêzên Sûriya Demokratîk in.

Rêxistina di rapora xwe de di beşekê de bi navnîşan `Bûyerên qetilkirinê yên bê darizandin û revandin` behsa bûyera qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef kir. Ev bûyer ji hêla komên çeteyên Ehrar El-Şerqiye ya terorîst li ser rêya navneteweyî M4 pêk hat.

(şx)

NAHA