Çavkaniyên rojavayî: Ebas Kamil bi awayekî veşartî serdana gelek dewletên Rojhilata Navîn kir

Rojnameyek rojavayî eşkere kir ku serokê cîhaza istixbarata giştî ya Misrê Ebas Kamil bi awayekî veşartî serdana gelek dewletên Rojhilata Navîn û bakurê Afîrkayê kiriye. Rojnameyê got armanca serdanê avakirina koalîsyonek navneteweyî li dijî tevgerên Tirkiyê ye. Rojnameyê destnîşan kir ku Kamil kariye bigihêje lihevkirineke girêdayî avakirina odeya operasyonên hevpar li hember plana Tirkiyê.

Çavkaniyên rojavayî: Ebas Kamil bi awayekî veşartî serdana gelek dewletên Rojhilata Navîn kir
19 sibat, 2020   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Ereb Weekly a britanî eşkere kir ku serokê cîhaza istixbarata giştî ya Misrê Ebas Kamil bi awayekî veşartî serdana gelek dewletên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê kir da ku tevgerên Tirkiyê li herêmê nîqaş bikin.

Li gorî rapora rojnameyê ya ku li ser zimanê çavkaniyan ragihandiye, Kamil ji civînan armanc dike koalîsyonek istixbaratî di navbera Misr û dewletên din de ava bike, rê li pêşiya hevkariya leşkerî xurt veke ku li dijî karên dijminahî yên Tirkiyê disekine.

Rojnameyê diyar kir ku  Kamil planên Tirkiyê bi Planên herî xeter li ser herêmê erebî wesifand ji destpêka hatina Erdogan ji desthilata Tirkiyê re.

Çavkaniyan gotin ku Kamil agahiyên hesas girêdayî tevgerên Tirkiy pêşkêş kirine. Di nav de operasyonên wê li Lîbaya û Sûriyê û pêşketinên girêdayî hebûna Tirkiyê ya leşkerî li Qeter û Afrîkayê.

Rojnameyê diyar kir ku mezintirîn berpirsê istixbarata Misrê agahiyn hesas girêdayî stratejiya Tirkiyê li Rojhilata Navîn û Afrîkayê û planên wê yên nû ji bo belavkirina istixbaratên leşkerî nîqaş kirin.

Kamil got: "Ji armancên Tirkiyê yên yekser, pêşxistina wekîlên herêmî û istixbaratî ye da ku hegemoniya Enqere û hegemoniya xwe di danûstandinên pêşerojê bi dewletên ewropa, Rûsya û Amerîkayê de fireh bike."

Tê gotin Kamil di pêkanîna armanca sereke biser ket; gihaşt lihevkirinekê girêdayî avakirina odeya operasyonên hevpar peyabilind ku ji nûnerên peyabilind li ser asta cîhazên ewlekariyê pêk tê.

Çavkaniyan navên dewletên ku Kamil serdana wê kiriye eşkere nekir û got: "Gelekan gumanên xwe girêdayî tektîkên Eneger anîn ziman û diyar kirin ku amade ne rolek bilîzin da ku rê li pêşiya tevgerên tirkiyê yên leşkerî bigirin."

(şx)