Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser serdana kampa koçberên Idlibê kir

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Rêveber a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê serdana Kampa Cedîde El-Himir a ji bo koçberên Ildibê hatiye vekirin kirin. Şandeyê xebatên Rêveberiya Minbicê ji bo avakirina kampê şopandin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser serdana kampa koçberên Idlibê kir
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser serdana kampa koçberên Idlibê kir
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser serdana kampa koçberên Idlibê kir
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser serdana kampa koçberên Idlibê kir
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser serdana kampa koçberên Idlibê kir
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser serdana kampa koçberên Idlibê kir
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser serdana kampa koçberên Idlibê kir
18 sibat, 2020   14:56
MINBIC

16 kamp li herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê hene. Jê kampa koçberên Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê yên ku di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de li dijî herêmên wan koçber bûne. Her wiha kampên ku penaberên ji tevahiya herêmên Sûriyê, şêniyên Idlibê yên ku di encama bazarên Tirkiyê û Rûsya de ji warên xwe koçber bûn. Kampên malbatên çeteyên DAIŞ`ê.

Îro hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Hamid El-Mihbaş tevî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê serdana Kampa El-Mimr a nû kir. Ev kamp taybet ji bo penbarên Idlibê ne. Her du rêveberiyan bi armanca şopandina xebatên avakirin kampê yên Rêveberiya Minbicê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin serdana kampê kirin. Kamp li rojavayê Minbicê ye.

Piştî bidawîbûna serdanê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hamid El-Mihbaş ji çapemeniyê re axivî û got: "Armanca sereke em şêniyên Idlibê tê de bi cih bikin."

El-Mihbaş diyar kir ku aliyê herî zêde winda kiriye gelê Sûriyê ye û got: “Sînorên Tirkiyê-Sûriyê li hember koçberên Idlibê girtine û ji ber tirsê nikarin biçin herêmên rejîma Sûriyê. Ji destpêka êrişa li dijî Idlibê ve me bang li şêniyên kirine ku herêmên Rêveberiya Xweser ji wan re vekirine. Li ser wê gelek malbat bi alîkariya hêzên siwaran ên ku di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk şer dikin,  berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

El-Mihbaş destnîşan kir ku hejmara malbatên ku ji Idlibê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî hezar û 500 malbat in. Şêniyên herêmê mal û gundên xwe ji wan re vekirin.

El-Mihbaş diyar kir ku kamp li ser daxwazên şêniyên Idlibê li Minbicê hate avakirin. Li ser wê, Kampa Cedîde El-Himr li başûrê Minbicê tê avakirin. El-Mihbaş teqez kir ku xwebatên wan ji bo avakirin û amadekirina kampê berdewam in.

Di dawiyê de El-Mihbaş bang li NY, dewletên dost û hevalbendên gelê Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistinên mirovî kir ku piştgiriya kampê bikin û jiyanek layîqî koçberan peyda bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m9XvYprbjgg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>