Careke din hevdîtinên Tirkiye û Rûsyayê têk çûn..Gelo bijartinên Tirkiyê çi ne?

Careke din hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê yên îro li Moskovê têk çûn. Her du aliyan der barê Idlibê de nikarîn bigihînin lihevkirinekê. Her wiha şandeya Tirkiyê bêyî ku tu daxuyaniyan bide, vegeriya welêt. Gelo bûyer ber bi ku ve diçin?

Careke din hevdîtinên Tirkiye û Rûsyayê têk çûn..Gelo bijartinên Tirkiyê çi ne?
18 sibat, 2020   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî têkçûna du hevdîtinên berê yên li Enqerayê, îro jî hevdîtina Rûsya û Tirkiyê yên der barê rewşa Idlibê de têk çû.

Piştî ragihandina bidawîbûna hevdîtinan, berdevkê Partiya Erdogan AKP`ê, wiha got: "Enqerayê bi zelalî aliyê Rûsî agahdar kir ku eger artêşa Sûriyê venekişî heta sînorên peymana Soçî, Tikiyeyê ji bo vegerandina wan amadekariyên leşkerî yên pêwîst kirine."

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mavlûd Çawîşuglo beriya vê yekê wiha gotibû: "Eger tu encam ji hevdîtinên li Moskovê dernekevin, dibe ku di rojên pêş de dan û standinên siyasî pêk bên."

Piştî êrişa hêzên rejîmê bi destekdayîna Rûsya li ser gundewarên Idlib û Helebê û bi destxistina nuqteyên girîng wekî Maret Nûman, Seraqib û rêya M5, her wiha bi ewlekirina derdora Helebê û kuştin leşerkên Tirk, rageşî di navbera aliyan de zêde bûn.

"TÊKÇÛN DIHAT PÊŞBÎNKIRIN"

Di vê der barê de, analîzvanê siyasî û lêkolînerê karên Tirkî Xorşîd Dilî ji ajansa Hawarê re wiha got: "Piştî ku artêşa Sûriyê û hevalbendên wê herêmên berfireh li gudnewarên Idlib û Helebê bi des xistin û pêşketinê girîng ên li ser erdê, ajandeyên her du aliyan li hev nehatin. Ji ber vê yekê têkçûna hevdîtinên Rûsya û Tirkyeyê yên li Moskovê dihat pêşbînkirin."

Xorşîd wiha da zanîn: "Çavkaniya vê nakokiyê ew ku Tirkiye ji artêşa Sûriyê xwest ku ji herêmên vê dawiyê bi dest xistine vekişe û vegera herêma "kêm rageşiyê". Li aliyê din Rûsyayê ji bo nepêkanîna peymanên Soçî û Astane, aliyê Tirkî berpirsyar nîşan da. Her wiha rewşa nû lihevkirinên nû dixwest ku pêşketina artêşa Sûriyê û bidestxistina rêyên navdewletî di ber çavan re derbas bike. Yanî li gorî nêrîna Moskov, tişta tê xwestin ew e ku rewşa li ser sînor ewle bibe ne ku hebûna serweriya Tirkiyê ya rasterast."

"BIJARTINÊN TIKIYÊ ZEHMET IN"

Der barê bijartinênê Tirkiyê de jî, Dilî wiha got: "Wekî tê xuyakirin ji ber têkçûna dan û standinan, hilbijartinên Tirkiyê zehmet in. Yan dê bi şerê rejîma Sûriyê û Rûsyayê bike ku ev yek jî wekî xwekujtineke siyasî tê hesbandin, yan dê Tirkiye bi helwesteke erênî nêrîna Rûsyayê pêşwazî bike. Em dikarin bêjin ku çav li hevdîtineke muhtel a Putin û Erdogan in."

Xorşîd wiha lê zêde kir: "Di rastiyê de, rewş ketiye qonaxeke xirab. Ev yek ji aliyekî ve têkçûna stratejîk a Tirkiyê ya li hemberî aloziya Sûriyeyê, nîşan dide."

ÇI JI HÊZÊN SÛRIYÎ TÊ XWESTIN?

Dilî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ji aliyê din ve jî ev têkçûn ji hemû hêzên Sûrî bi taybetî ji hikumeta Sûriyê û QSD`ê, avakirina eniyeke yekbûyî bi destekdayîna Rûsyayê daxwaz dike. Da ku erdên Sûriyê yên mayî ji Atma heta Idlib û Serêkaniyê û Hesekê ji dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bibin. Ev yek deriyê ketina çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê."

(cx)

ANHA