Li Şamê teqîn: Sivîlek mir

Li herêma Bab Misele ya Şamê, mayinek teqiya û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li Şamê teqîn: Sivîlek mir
18 sibat, 2020   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sana li ser zimanê çavkaniyekî ji rêveberiya polîsên Şamê ragihand ku di encama teqîna mayinekê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 2 sivîlên din jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku li taxa Bab Misele ya patexta Şamê mayinek bi erebeyekê ve teqiya, lê nehat zanîn ka erebe ya sivîlan e yan jî leşkerî ye.

Li Şamê di demên dawîn de teqîn çêdibin û ya herî dawî jî li taxa Meze bû.

(kc)