​​​​​​​Dagirker Şêrawayê topbaran dikin: 1 jin û 2 zarok birîndar bûn- Hate Nûkirin

Leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Başimrê yê navçeya Şêrawayê topbaran dikin. Li gorî agahiyan jinek û du zarok birîndar bûn.

​​​​​​​Dagirker Şêrawayê topbaran dikin: 1 jin û 2 zarok birîndar bûn- Hate Nûkirin
15 sibat, 2020   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Başimrê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di topbaranê de jina bi navê Sêvîn Nebo Qesab û keça wê ya 8 saliyê bi navê Hemide Selih Hilal û zarokek din ku navî nehat naskirin birîndar bûn.

Topbaran didome.

ANHA