Rûsya: Tirkiyê pergala dijî balafiran û cilên leşkerî ji çeteyan re dişîne

Rûsya fikarên xwe der barê şandina Tirkiyê ya çek û alavên leşkerî ji bo çeteyên li Idlibê anîn ziman.

Rûsya: Tirkiyê pergala dijî balafiran û cilên leşkerî ji çeteyan re dişîne
15 sibat, 2020   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî doplomasî rûsî diyar kir ku Tirkiyê leşker û alavên xwe yên leşkerî li Idlibê zêde dike û beşek balkêş a çêkan radestî çeteyên "Heyet Tehrîr El-Şam" (Cebhet El-Nusra berê) kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê li ser zimanê çavkaniyekî doplomasî rûsî, Tirkiyê îro şemiyê zêdetirî 70 tank, derdora 200 panzêr û 80 obus derbasî Tirkiyê kirin û beşek mezin jê radestî çeteyên "Tehrîr El-Şam" kir.

Heman çavkanî destnîşan kir çeteyan ji Tirkiyê alavên dijî balafirên barhilgir ên amarîkî wergirtin û got, "Bikaranîna çeteyan ji pargelên parastina asîmanî yên barhilgir jêdera fikara herî mezin, wekî ku tê zanîn di hefteya derbasbûyî de du helîkopeterên rejîma Sûriyê li herêma bakur xistin."

Her wiha anî ziman ku şandina Tirkiyê ya cilên leşkerên Tirk ji bo çeteyên li herêma Idlibê ya kêmkirina şer jî cihê fikaran e û got, çeteyên girêdayî "Heyet Tehrîr El-Şam" û komên din di bin naska endamên artêşa Tirk de beşdarî şerê li dijî rejîmê dibin.

Çavkaniyê rûsî her wiha got, rejîma Sûriyê di nava hefteyekê de zêdeyî 20 tank û keştiyek leşkeran ku Tirkiyê radestî çekdarên li Idlibê dikir, rûxandin.

Wezareta Derve ya Rûsya demek beriya ragihandibû ku Tirkiyê ji gûrbûna li Idlibê berpirsyar e û bendên mûzakeriya Soçî pêk nayîne.