Pêkhateyên Hesekê: Roja komployê qirkirina li dijî gelên herêmê ye

bi hezaran pêkhateyên kantona Hesekê bi meşekê komploya 15`ê Sibatê ya li dijî rêber Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku komplo qirkirina li dijî gelê kurd û hemû gelên herêmê ye.

Pêkhateyên Hesekê: Roja komployê qirkirina li dijî gelên herêmê ye
Pêkhateyên Hesekê: Roja komployê qirkirina li dijî gelên herêmê ye
Pêkhateyên Hesekê: Roja komployê qirkirina li dijî gelên herêmê ye
Pêkhateyên Hesekê: Roja komployê qirkirina li dijî gelên herêmê ye
Pêkhateyên Hesekê: Roja komployê qirkirina li dijî gelên herêmê ye
Pêkhateyên Hesekê: Roja komployê qirkirina li dijî gelên herêmê ye
Pêkhateyên Hesekê: Roja komployê qirkirina li dijî gelên herêmê ye
Pêkhateyên Hesekê: Roja komployê qirkirina li dijî gelên herêmê ye
Pêkhateyên Hesekê: Roja komployê qirkirina li dijî gelên herêmê ye
Pêkhateyên Hesekê: Roja komployê qirkirina li dijî gelên herêmê ye
15 sibat, 2020   13:59
HESEKÊ

Bi dirûşmeya "Em komploya 15`ê Sibatê şermezar dikin, roja qirkirina gelan" Rêveberiya Kantona Hesekê ji bo şermezarkirina komployê, meşek li dar xist. Bi hezaran şêniyên Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe, eşîrên ereban û eşîrên kurd, endamê Mecilsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Ebd El-Kerîm Saroxan, beşdarî meşê bûn.

Meş ji çarxereya Şehîd Ezîz a taxa Xiwêran dest pê kir û heta yarîgeha Beledî ya heman taxê dewam kir. Meşvanan pankertên bi nivîsa "Em komploya 15`ê Sibatê şermezar dikin" û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, al û sembolên kurdî rakirin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana zîndanan û şermezarkirina tecrîd û komployê, berz kirin.

Paşê meş veguhirî mêtingê. Piştre bi navê Rêveberiya Xweser Ebd El-Kerîm Saroxan wiha axivî: "Em komploya li dijî rêber Ocalan şermezar dikin û roja 15`ê Sibatê rojeke reş û deqekek reş li eniya dewletên komploger dihesibînin."

Saroxan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku bi saya fikirê Ocalan  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê hatin paqijkirin. Lê belê dewletaTirk dixwaze careke din herêmê dagir bike û terorîstan li herêmê xurt bike.

Di dawiya axaftina xwe de Saroxan bang li tevahî cîhanê kir ku li dor doza Ocalan kom bibin û azadiya wî bixwazin û wiha got: "Em bang li tevahî gelê xwe dikin ku bi yek dengî banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bikin. "

Mêtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan a di hundir girîtgehê de bi dawî bû.

HOL 

Xwepêşandêr li qada giştî ya navçeyê kom bûn û alên QSD`ê, wêneyên Abdullah Ocalan rakirin û berê xwe dan çarxereya sereke ya ketina Holê. Her wiha  dirûşmeyên şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan berz  kirin.

Dema ku meşvan gihîştin çarxereya sereke ya navçeyê, deqeyeke rêz girtin. Piştre bi navê Kongreya Star Menal El-Xidir wiha axivî: "Em deyndarê wî kesî ne ku azadkirina civakê û azadkirina jinê armanc kir û qeydên serdestiyê şikand."

Menal di dewama axaftina xwe de wiha got: "Tevahî cîhan beşdarî vê komployê bû ku em deqeke reş li eniya cîhanê dihesibînin. Em bi saya fedekariyên rêber Ocalan li vir in. Ew kesê ku fîzîkî girtî ye û firkirê xwe azad e. Dê rêbertî heta dawiyê sembola aşiqên azadiyê bimîne."

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Meclisa Navçeya Holê Sajîde Hesen destnîşan kir ku felsefeya Ocalan di biratiya gelan û netewa demokratîk de diyar dibe û wiha got: "Ocalan sîstema kapîtalîzmê û sîstemên zordariyê yên li dijî gelê me eşkere kir. Wan dihesibandin ku bi girtina rêbertî dê çirûska berxwedan û têkoşînê vemirînin. Girêdaneke xurt di navbera gel û rêbertî de heye û tu hêz an komplo nikare wan ji hev cûda bike."

Sajîde bi domdarî got: "Di vê demê de û her demê em bi tundî komploya navnetewî û tecrîda li ser rêbertî şermezar dikin. Em ê her bi fikir û felsefeya Ocalan li ber xwe bidin. Em tekez dikin ku azadiya gelê me bêyî azadiya Ocalan ne pêkan e."

Mêting bi dirûşemyên silavkirina berxwedana Ocalan û şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Bi hezaran şêniyên herêma Dirbêsiyê û gundewarên ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî rêber Ocalan meşek lidar xist. Di meşê de dirûşmeyhên silavkirina berxwedana rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hatin berzkirin her wiha wêneyên rêber Ocalan hatin hildan.

Meşvan li konlanên sereke yên navçeyê geriyan û tevgera sûkê û hemû dikanên bazirganiyê hatin girtin. Şêniyan berê xwe dan qada Şehîdan.

Piştre hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso wiha da zanîn: "Em komploya navnetewî li diî Ocalan şermezar dikin û em roja 15`ê Sibatê rojeke reş li ser gelê kurd û deqeke reş li eniya dewletên ku beşdarî komployê bûne, dihesibînin."

Hiso destnîşan kir ku armanca vê komployê hedefgirtina fikir û felsefeya rêber Ocalan e ku banga azadkirina hemû gelên bindest dike.

Hiso wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tevî ku gelek sal di ser girtina Ocalan re derbas bûn. Lê belê dewleta Tirk nikarî gel ji Ocalan dûr bixe. Ji ber ku gel bi fikir û felsefeya wî bawer dike."

Meting bi dirûşemyên silavkirina berxwedana Ocalan û şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.

TIL TEMIR

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir Kurd, Ereb, Suryan ji bo şermezarkirina 21’mîn salvegera komploya navnetewî li ser rêber apo daketin qadan.

Meş li pêşiya saziya Malbatên Şehîdan ya navçeya Til Temir destpê kir.

Meşvanan pankartên ‘Em Roja Qirqirina Gelan, Plangeriya 15 Sibat’ê şermezar dikin’ û wêneyên Rêber APO hildan.

Meşvanan bi sloganê ‘Bimrê Komplo’ heya çarxereya Şehîd Qendîl meşiyan. Meş li wir veguherî mitîngê.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîda ya navçeya Til Temir Ebdil Baqî Kûtê di mêtingê de axivî û diyar kir ku ev komploya li ser rêber api li dijî mirovahiyê pêk hatiye û got: “Li dijî wan komployan heya dawî em bi felsefeya rêberê xwe re ne. Kes nikarê vê felsefeyê tune bike. Ji bo azadiya fizîka ya rêberê xwe em ê heya dawî li berxwe bidin û têbikoşin. Ji bo mafê hemû mirovan rêber APO têdikoşê.”

Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdên Xabûrê, Cemîla Kako jî komployê şermezar kir û got: “Xwedîderketina rêber apo xwedîderketine nirxên mirovahiyê ye. Em jî wekî pêkhateyên Asûrî bi birdoziya rêber apo re ne. Bi yekitî û fikre xwe re em ê êrişên li ser me jî û komployê têk bibin.”

Mêting bi slogana ‘Bê Serok Jiyan Nabê’ bi dawî bû.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/10r9pR6GpWY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

(cx)

ANHA