Fransa: Nêrîna me û ya Rûsyayê der barê rewşa Idlibê de yek e

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku welatê wî bi Rûsyayê re li hev dike ku rewşa li Idlibê neyê qebûkirin û piştrast kir ku siyaseta li hember Rûsya bi bin ket.

Fransa: Nêrîna me û ya Rûsyayê der barê rewşa Idlibê de yek e
15 sibat, 2020   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron got, siyaseta Ewropa ya di van salên dawîn ên li hember Rûsyayê bi bin ket û bijarteya yekane diyaloga bibawer bi Rûsyayê re ye ku nakokiyên xwe çareser bikin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di civîna Munich a ewlehiyê de wiha lê zêde kir: "Ez hevrikiya ku ji tevahî hevalbendên me de derketine dibînin û ne bi hêrs im. Lê belê dizanim heke tu hevrik an lawaz î...ev ne siyaset e, bi carekê ne aktîv e."

Macron wiha domand: "Tenê bijarteyek heye ku ji nû ve diyalog dest pê bike. Ji ber ku diyalog kêm pêk tên û nakokî jî zêde dibin û li hember aciz in."

Di axaftina der barê rewşa Sûriyê de Macron piştrast kir ku welatê wî bi Rûsyayê re lihev dike ku rewşa li Idlibê "neyê qebûkirin".

Daxuyaniyên Fransayê, ji ber nakokiyên tûj bi dewleta Tirkiyê re der barê rewşên li Rojhilata Navîn, bi taybet der barê Sûriyê û Lîbyayê de pêk hatin.

Dewleta Tirk a ku derbasî nakokiya mezin bi hêzên rejîmê ya bi piştevaniya Rûsyayê li Idlibê bûye li benda piştgiriya NATO’yê ye, lê belê diyar dibe ku nakokî di navbera dewletên NATO û Tirkiyê de heye.

(fr)