Koalîsyona Ereb ragihand ku balafireke wan li Yemenê kete xwarê

Berdevkê Hêzên Koalîsyona Erebî li Yemenê serbaz Tirkî El-Malikî îro ragihand ku balafireke koalîsyonê li parêzgeha Cof a Yemenê kete xwarê.

Koalîsyona Ereb ragihand ku balafireke wan li Yemenê kete xwarê
15 sibat, 2020   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Hêzên Koalîsyona Erebî li Yemenê serbaz Tirkî El-Malikî diyar kir ku di saet 23:45 şeva berê de balafirek ji cureya Tornado ya girêdayî hêzên asîmanî ya Erebistana Siûdiyê di dema piştgiriya artêşa El-Wetenî ya Yemenê dikir de kete xwarê

Koma Ensarullah El-Hûsiyên a Yemenê şeva berê ragihand ku balafireke şer a girêdayî Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê li asîmana parêzgeha Cof a bakurê welêt xiste xwarê.

(fr)