​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan rûxandina gorên şehîdan şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Eyn Îsayê rûxandina gorên şehîdan li Goristana Şehîd Mehmûd Tamê ya Girê Spî bi destê çeteyan, şermezar kir.

​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan rûxandina gorên şehîdan şermezar kir
12 sibat, 2020   12:15
EYN ÎSA

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Eyn Îsayê Salha Ehmê rûxandina gorên şehîdan li Goristana Şehîd Mehmûd Tamê ya li gundê Tinhoze yê rojavayê bajarê Spî ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve, şermezar kir.

Salha Ehmê wiha got:"Ev yek hemû pêkhateyên gel ên li herêmê bi hêrs dike. Ji ber ku di wê goristanê de pêkhateyên Ereb, Kurd û Ermen hatine veşartin. Bi saya wan xak ji terorîstan hat rizgarkirin û canê xwe feda kir da ku şênî azad û aram bijîn."

Di dawiyê de Salha Ehmê bang li civaka navdewletî kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku kiryarên çeteyên xwe yên li dijî şêniyên herêmê û pîrozgehên wê rawestînin.

(bx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ERysyjqWBmQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>