DAIŞ hewl dide dorpêça li ser noqteyên artêşa Tirk bişikîne

Di dîmenên ku li herêma Idlibê ya dagirkirî hatine belavkirin de, diyar dibe ku çeteyên DAIŞ`ê li kêleka artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê disekinin û li dijî rejîmê şer dikin.

DAIŞ hewl dide dorpêça li ser noqteyên artêşa Tirk bişikîne
12 sibat, 2020   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmenan de diyar dibe ku komên çete amadekariya êrişeke befireh li dijî hêzên rejîmê li Idlibê dikin.

Her wiha di dîmenan de diyar dibe ku yek ji çeteyan ala DAIŞ`ê bi destê xwe ve kiriye, ji nûçegihanekî re diaxive û soz  dide ku ew ê bersiva rejîma Sûriyê bidin û hemû erdê ku di demên dawî de ji destê wan çûn, wê dîsa vegerîne.

Heman çeteyê ku ala DAIŞ`ê bi destê xwe ve kiriye, dibêje çeteyên Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam û komên din ên cîhadî beşdarî şer bûne. Di heman demê de, çete dibêje ku artêşa Tirk a dagirker panzer dane wan û wê hêzên artêşa Tirk ên bejahî wê beşdarî şer li eniyên pêş bibin.

Di dawiyê de çete dibêje ku ew amadekariya vekirina dorpêça li ser hemû noqteyên çavdêriyê yên artêşa Tirk a dagirker ku niha bi din serweriya rejîmê de ne, dikin.

Serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî li gundekî parêzgeha Idlibê li nêzî sînorê Sûriyê, bi hevkariya QSD û artêşa Amerîkayê , hate kuştin.

(kc)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R3jj7RqaThk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>