Li Idlibê şer dijwar e… senaryoyên nû çi ne?

Duh li Sûriyê bûyerên leşkerî û siyasî gihîştin asta herî jor. Ev yek piştî binketina diyalogên Rûsya -Tirkiyê û paşê şerê li ser erdê, her wiha hebûna şandeya Amerîkayê li Enqereyê ye. Gelo di nava wan de çi senaryo hene?

Li Idlibê şer dijwar e… senaryoyên nû çi ne?
12 sibat, 2020   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh diyalogên Rûsî-Tirkî ji bo rawestandina şerê li Idlibê bi bin ketin û piştî wê şer li gelek aliyên meydanî dest pê kir.

Piştî wê komên çete bi destekdayîna Tirkiyê êrişî navendên rejîma Sûriyê li El-Neyreb ki. Di encama wê de helîkoptereke rejîmê hat xistin lê ev yek zêde dirêj nekir û hêzên rejîmê herêm dîsa xist bi serweriya xwe.

Piştî wê hêzên rejîma Sûriyê rêya M5 a di navbera Şam û Helebê de ji sala 2012`an ve cara yekem bi temamî xist bin serweriya xwe, her wiha taxa Xan El-Esel xist bin serweriya xwe.

Hatina bûyeran li pey hev du tiştan diyar dike; ya yekem israra Rûsya û rejîma Sûriyê li ser berdewamkirina şer û ya duyemîn jî ku aloziya Tirkiyê tê re derbas dibe piştî ku şer giran kir û sewqiyata leşkerî şand, kûr bibe.

PÊŞNIYARÊN TIRKIYÊ ÇI NE?

Pêşniyarên li pêşiya Tirkiyê hemû jî zehmet in. Ya yekem ku li dijî rejîma Sûriyê xebatên leşkerî dest pê bike û ev yek jî ne Rûsya û ne jî Amerîka qebûl nakin. Ya duyemîn ku bi Rûsya re li hev bike û ev yek jî tê wateya ku binketina xwe qebûl bike û dest bi lihevkirine nû li gorî şertên Rûsyayê bike. Ya sêyemîn jî ku li hembêz Amerîkayê vegere û ev yek jî armanca James Jeffrey ji serdana ji Tirkiyê re bû.

Di vir de helwesta Tirkiyê gelek zehmet diyar dibin. Ji ber Amerîka ji dervî çarçoveya NATO`yê nikare alîkariya Tirkiyê bike û ev yek di dema ku di navbera dewletên mezin di NATO`yê de mîna Fransa û Tirkiyê de nakokî hebin, zehmet e.

Her wiha di navbera Amerîka û Tirkiyê de der barê Sûriyê de nakokî hene. Ev yek jî duh nûnera Amerîka di NATO`yê de got û wiha anî ziman: "Em li dijî hêzên rejîmê destek didin Tirkiyê lê belê em hemû tedbîrên wê li Sûriyê erê nakin."

Diyar dibe ku gelê Tirkiyê di cihekî de ne ku mirov nikare hesûdiya wan bike û di çi pêşniyara ku bistînin divê dev ji hindek tiştan berdin.

(bx)