Li Til Meirûf agir bi malekê ket, jinekê û keça wê jiyana xwe ji dest da

Di encama şewata malekê li bajarokê Til Meirûfê yê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo de jinekê û keça wê jiyana xwe ji dest da.

Li Til Meirûf agir bi malekê ket, jinekê û keça wê jiyana xwe ji dest da
12 sibat, 2020   10:12
QAMIŞLO

Nêzî saet 03.00’yê berbanga îro, agir bi mala Ehmed Hac Temo ya li bajarokê Til Meirûf ê başûrê rojhilatê Tirbespiyê ket, ew jî bi sedema pêxistina sobeyê. Di encamê de mal bi tevahî şewitî.

Di encama şewatê de tevî destwerdana tîmên agirkujiyê û alîkariya şêniyên bajarok ku hewl dan şewatê vemirînin, Fatme Umer û keça wê Ezîze Melek jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyên dayik û keça wê li goristana bajarok hatin veşartin.

(fr)

ANHA