HRE’yê li Mare û Şêrawayê li çeteyan da: Herî kêm 3 çete hatin kuştin

​​​​​​​HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand  ku di 10 û 11’ê Sibatê de li Mare û Şêrawa li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 3 çalakî li dar xistine û di çalakiyan de herî kêm 3 çete hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûme.

HRE’yê li Mare û Şêrawayê li çeteyan da: Herî kêm 3 çete hatin kuştin
12 sibat, 2020   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya xwe ya nivîskî de Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) eşkere kir ku li navçeyên Mare û Şêrawa yên Efrînê li dijî çeteyên artêşa Tirk 3 çalakî li dar xistine û di van çalakiyan de herî kêm 3 çete hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûne. Her wiha HRE’yê diyar kir ku artêşa Tirk gundên Şehba, Şera û Şêrawayê topbaran kirine.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

 “Roja 10’ê Sibatê, li herêma Mareyê li ser rêya Til Malid û Mezraya Eyûn hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist.  Di encama çalakiyê de çeteyekî koma Ceyş El-Watanî hat kuştin.

Roja 11’ê Sibatê, li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa, hêzên me li hemberî koma çeteyên bi navê Feylaq El-Şam çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî brîndar bûn. Heman rojê, li herêma Mareyê nêzî gundê Tiwêsê hêzên me çalakiyek li hemberî çeteyên dagirker li dar xist. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên herêma Şehba û navçeyên Şera û Şêrawa bi obus û hewanan bombebaran kirin.”

ANHA