Rojeva rojnameyên erebî – 12 Sibat

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser geşedanên li Sûriyê û rewşa aloz a Tirkiyê li herêma Idlibê, her wiha der barê têkiliyên Siûdiyê û Qatarê û hebûna NATO`yê li Iraqê de nivîsîn.

Rojeva rojnameyên erebî – 12 Sibat
12 sibat, 2020   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: MOSKOV MERDIVANÊ NADE TIRKIYÊ KU JI ‘DARA IDLIBÊ’ BÊ XWARÊ

Rojnameya El-Ereb der barê geşedanên li Idlibê û arîşeya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de nivîsî: "Geşedanên siyasî û leşkerî li Sûriyê, li dû hev rû didin, roja sêşemê gihîştin asteke bilind, piştî ku hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê der barê Idlibê de negihîştin encamê. Enqere her dixwaze artêşa Sûriyê ji herêmên ku vegerandine, derkeve û dorpêça li ser xalên çavdêriyê yên Tirkiyê bêne rakirin, Moskov jî van tiştan napejirîne.

Çavdêr dibêjin ku Enqere dê zû ji daxwazên xwe venegere, ev yek jî dibe ku bibe sedema pevçûnan di navbera wê û Rûsyayê de, Rûsyayê roja sêşemê ji Tirkiyê xwest ku êrişên li dijî hêzên Rûsyayê û yên Sûriyê rawestîne ku ev jî nameyeke tûj bû ji bo Enqereyê û komên cîhadîst."

Tirkiyê rojên dawiyê gelek hêz bi rê kirin herêmê, di nav de bi sedan maşînên leşkerî hebûn, dema ku derbas dibûn beşek ji hêzan rastî gulebarana artêşa Sûriyê hatin û ji her du aliyan nêzî 20 kes hatin kuştin, 8 ji wan Tirk bûn.

Çavdêr dibêjin ku eger erêkirina Rûsyayê nebûya, dê artêşa Sûriyê helwest negirtiba, lewma xuya ye ku lihevhatinek heye û rewşa Idlibê dê her dijwar bibe, dibe ku bibe sedema rûbirûbûna Tirkiyê û Rûsyayê. Lê pirsa ku xwe dide pêş ew e; eger rewş aloz bû, dê NATO bilive yan na?

Ta niha NATO ji bo piştgiriya Tirkiyê tu helwest nîşan nedane, ji bilî helwesta serkreterê giştî yê NATO’yê got ew der barê êrişên Rûsyayê yên li Idlibê de bi fikar e û ji Rûsyayê xwest ku êrişan rawestîne.

Li gorî çavdêran rewşa Tirkiyê pir aloz e, Enqere di rewşekê de ye ku nikare ji Idlibê vegere, piştgiriya NATO’yê jî ne mîsoger e, ji ber NATO bi xwe ne li hev e, her wiha Amerîka û dewletên din ên rojava naxwazin bi Rûsyayê re bikevin rikeberiyê.

ŞERQ EL-EWSET: SIÛDIYÊ JI BER "XAPANDINÊN QATARÊ" HEVDÎTIN RAWESTANDIN

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Çavkaniyeke dîplomatîk piştrast kir ku Erebistana Siûdî hevdîtinên der barê bidawîkirina ambargoya li ser Qatarê de rawestandine, ji ber "lîstok û tevliheviya şandeya Qatarê" her wiha diyar kir ku Riyad dixwest vê mijarê çareser bike.

Çavkaniyeke dîplomatîk ji Şerq El-Ewsat re got "Endamên şandeya Qaterê ya hevdîtinan tevlihev bûn, ne durist bûn, nedixwestin bigihîjin çareseriyeke bingehîn, li şûna wê xapandin dikirin da ku hevdîtinan dirêj bikin" lewma Riyadê hevdîtin rawestandin.

Her wiha diyar kir ku Siûdiyê girêdayî xalên çareseriyê ne "bi taybet mijara girêdayî ewlehiyan neteweyî". Her wiha da zanîn ku eger Qatar bixwaze hevdîtin nû bibin, pêwîst e şandeya wê dest ji xapandinan berde.

 

 

 

EL-BEYAN: NATO LI IRAQÊ BERFIREH DIBE, WASHINGTON JI BEXDAYÊ RE DESTÛRA KIRÎNA GAZA ÎRANÊ DIRÊJ DIKE

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "NATO dixwaze hebûna xwe li Iraqê berfireh bike da ku barê hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê, bi serokatiya Amerîkayê sivik bike. Her wiha Amerîkayê dema destûra ku berê dabû Iraqê ji bo kirîna gaza Îranê, dirêj kir.

NATO û hevpeymana navdewletî erkên mîna "perwerde û şêwirmendiyê" ku ji bo pêşxistina hêzên ewlehiyê yên Iraqê pêk tînin. Lê ev erkdarî dê bê rawestandin ji metirsiyên der barê ewlehî û aramiya herêmê, piştî ku di êrişeke asmanî ya Amerîkayê de, li Bexdayê roja 3`yê Çileyê fermandarekî Îranê yê payebilind hate kuştin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji rêxistina NATO`yê xwest ku li Rojhilata Navîn hîn zêdetir hewldanan bikin, lê eşkere nekir ka ev hewldan çi ne.”

(kn)