Xizmên kesên di bin aşûtê de mane helwesta rayedarên Tirk şermezar kir

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê hefteya borî aşût hat û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û hin kesên ji kantona Kobanê jî winda bûn. Xizmên windahiyan diyar kir ku daxwaz ji dewleta Tirk kirine da ku li xizmên xwe bigerin lê dewleta Tirk destûr nedaye.

Xizmên kesên di bin aşûtê de mane helwesta rayedarên Tirk şermezar kir
Xizmên kesên di bin aşûtê de mane helwesta rayedarên Tirk şermezar kir
11 sibat, 2020   12:10
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Li Wanê ya Bakurê Kurdistanê hefteya borî aşût hat û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û hin kesên ji kantona Kobanê jî winda bûn.

2 mêr û jinek ji gundên bajarê Kobanê di nav windahiyan de ne ku heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Ew jin û mêr di dema hewldana derbasbûnê de di sînorê dewleta Tirk re, winda bûn.

Malbatên windahiyan bang li aliyên pêwendîdar kir ku alîkariya wan bikin da ku çarenûsa windahiyan bizanibin, piştî ku rayedarên dewleta Tirk nehişt derbasî Tirkiyê bibin da ku li xizmên xwe bigerin.

Xelîl Fethî Hemze yê birayê wî yê mezin ê bi navê Azad Fethî Hemze winda ye, ji ANHA’yê re wiha got: "Birayê min nêzî 12 salan e li Lubnanê bû û berê xwe da dewleta Tirkiyê da ku dê û bavê xwe bibîne."

Xelîl Fethî wiha lê zêde kir: "Birayê min ji Lubnanê çû Hewlêrê û li wir 15 rojan ma, dixwest berê xwe bide Tirkiyê da ku dê û bavê xwe bibîne, piştre çû û agahî ji wî qut bûn."

Xelîl Fethî bang li rêxistinên mirovî kir ku dest di rewşê werdin û alîkariya dîtina windahiyan bikin û wiha anî ziman: "Ew ne karekî mirovî ye ku tu daxwaza rêwîtiya lêgerîna birayê xwe yê winda bikî û dewlet jî daxwaza te red dike."

Mistefa Abdurehman jî ku apê Ebdo Ehmed Abdurehman ê winda yê ji gundê Xanikê Avdo yê başûrê rojhilatê Kobanê ye, wiha got: "Kurê biryarê min, tevî hevjîna xwe Andirîn Îbiş ji gundê Helenc berê xwe dabûn Ewropayê û winda bûn."

Mistefa Abdurehman wiha pê de çû: "Divê dewlet bi lez sînorên xwe kontrol bikin û nehêlin bazirgan bazarê li ser mirovan bikin û ji rewşên li welêt derfetê negirin."

Mistefa Abdurehman diyar kir ku hejmara windahiyan 4 kes bûn û têkiliyên wan heta 3 rojan bi hev hebûn û piştre qut bû.

Li gorî serjimariyên dawîn ên girêdayî aşûtê, 33 kesan jiyana xwe ji dest da, lê belê hejmarek ji windahiyan heye ku hê heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

(fr)

ANHA