Moskov: Der barê Idlibê de peywendî bi Washingtonê re pêk tên

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku Rûsya û Amerîka der barê rewşa Idlibê de peywendiyan pêk tînin.

Moskov: Der barê Idlibê de peywendî bi Washingtonê re pêk tên
11 sibat, 2020   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Sergey Ryabkov ji dezgehên çapemeniyê re wiha got: "Ez dikarim bi baweriyeke tam bibêjim gelek helwestên diyar ên li ser erdê heta rêjeyeke em jê razî, hatin çareserkirin. Ev yek bi rêya peywediyên leşkerî yên her du aliyan li ser hemû astan, pêk hat. Em hêvî dikin ev peywendî dewam bikin."

Ryabkov li ser pirsa “gelo bûyerên dawîn li Idlibê di peywendiyan de hatine nîqaşkirin an na?” wiha bersiv da: "Belê, hemû mijar tên nîqaşkirin."

Ev yek piştî têkçûna hevdîtinên dawîn ên Tirkiye û Rûsyayê ku piştî rageşîya li Idlibê û kuştina leşkerên Tirk, pêk hat.

Hêzên rejîmê îro rêya M5 kontrol kir. Li aliyekî din jî Tirkiye şandina karwanên leşkerî ji bo Idlib û Helebê dewam dike.

(cx)