176 şervan  tev li Meclisa Leşkerî ya Şedadê bûn

Piştî ku perwerdeya xwe di Akademiya Şehîd Birûsk Bîro de bi dawî kirin, 176 şervanên nû tev li Meclisa Leşkerî ya Şedadê  bûn.

176 şervan  tev li Meclisa Leşkerî ya Şedadê bûn
176 şervan  tev li Meclisa Leşkerî ya Şedadê bûn
11 sibat, 2020   12:11
HESEKÊ

Akademiya Şehîd Birûsk Bîro ya navçeya Şedadê 2 dewreyên perwerdeya şervanên Meclisa Leşkerî ya Şedadê bi dawî kirin. Dewreya yekan bi navê şehîd Elaa Herîmês, ya duyemîn jî bi navê Şehîd Seyf Talban pêk hat.

Dewreyên perwerdeyê 30 rojan dewam kir û şervanên ji Şedadê û bajarokên girêdayî wê tev lê bûn. Şervanan waneyên siyasî, leşkerî, çandî û yên şer wergirtin.Hejmara şervanên ku tev li Meclisa Leşkerî ya Şedadê bûne 176 e.

Merasîma bidawîkirina dewreyên perwerdeyê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre fermandarê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ebo Salih axivî û bidawîkirina perwerdeyê li şervanan pîroz kir. Her wiha bang li şervanan kir ku soza xwe ya avakirina Sûriyeke demokratîk û parastina pêkhateyên herêmê ji xetereyan, pêk bînin.

(cx)

ANHA