Li Idlibê helîkoptereke rejîmê hate xistin

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku helîkoptereke artêşa Sûriyê li gundewarên Idlibê hat xistin.

Li Idlibê helîkoptereke rejîmê hate xistin
11 sibat, 2020   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku helîkoptereke rejîma Sûriyê li asîmanê El-Neyrib  - Qimînas ê gundewarên bakurê rojhilatê Idlibê xistine xwarê.

Her wiha hat diyarkirin ku heta niha nayê zanîn ka helîkopter ji aliyê hêzên Tirkiyê yan ji aliyê komên çete ve hatiye xistin. Çarenûsa kadroyên helîkopterê ne diyar e û li gorî tê gotin dibe ji aliyê çeteyên li herêmê ve dîl hatibin girtin.

(bx)