​​​​​​​Koçberê ji Idlibê: Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên me firotin

Koçberê ji Idlibê yê bi navê Seîd Henkoş got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên wan firotine.

​​​​​​​Koçberê ji Idlibê: Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên me firotin
11 sibat, 2020   10:49
MINBIC-SELWA ABDUREHMAN

Koçberên ji parêzgeha Idlibê, ji ber bombebaranên rejîma Sûriyê û kiryarên çeteyan û ji ber bêewlehiya li herêmê berê xwe didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Koçberiya şêniyên Idlibê piştî daxuyaniya fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ku gotibû deriyên wan li ber koçberên ji ber şerê li Idlibê direvin vekirî ne, dest pê kir.

Seîd Henkoş (22) bavê zarokekî ye, ji gundê Ramî yê Cebel El-Zawiyê ye û koçberî herêmên Rêveberiya Xweser bû û li gundekî li rojavayê bajarê Minbicê bi cih bû. Seîd Henkoş wiha got: "Me berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku aramî û ewlehî lê heye û her wiha dan û standina şêniyan jî baş e."

Henkoş wiha domand: "Ji ber bombebarana zêde ya rejîma Sûriyê firotina dewleta Tirk û çeteyên wê ya herêmên me, em koçber bûn. Her wiha em bê cih man û çarenûsa me ne diyar bû, tenê xema me lêgerîna ewlehî û aramiyê bû."

'GELEK AZAR LI PÊŞ ME DERKETIN'

Seîd Henkoş li ser koçberiya ber bi Minbicê ve wiha anî ziman: "Di dema koçberiyê de gelek astengî li pêş me derketin. Em û cîranên me kom bi kom tevî tirsê derketin. Em ji çeteyên ku li ser bendan in û rehm di dilê wan de tune ye û ji bombebaranê ditirsiyan. Hin malbatan di dema koçberiyê de zarokên xwe winda kirin, ji ber ku koçberiyeke gelekî mezin çêbû."

Henkoş bi berdewamî got: "Dema ku kom rastî hev dihatin, hin zarokên din tev li me dibûn. Bendên kontrolê bi hêsanî nedihiştin ku derbas bibin û bi rojan li ser rêyan diman û li hember derbasbûnê em neçar diman ku 200 dolaran bidin."

Der barê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de Henkoş wiha got: "Herêm bêyî li ber xwe bidin, firotin û tenê sivîl bûn qurbanî û di zivistanê de pergende bûn."

Henkoş piştî gihîşt Minbicê piştrast kir ku ew di ewlehiyê de ne û tirsa li ser zarokan rabû. Henkoş bang li şêniyên ku hê jî di bin bombebaranên rejîma Sûriyê de ne, kir ku berê xwe bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha got: "Gel bi hev re bê cudabûnê dijîn."

Seîd Henkoş di dawiyê de spasiya hêzên şoreşger ên QSD’ê yên ku pêşwaziya wan kirin û rêya derbasbûna herêmê hêsan kirine, kir.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kwu_hoQsZUs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>