Pentagon: Ji ber hedefgirtina Îranê ya bargeha Eyn El-Esed 109 leşkerên me birîndar bûn

Pentagonê ragihand ku  di encama hedefgirtina Îranê ya baregeha Eyn El-Esed a rojavayê Iraqê bi moşekên balîstîk de 109 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.

Pentagon: Ji ber hedefgirtina Îranê ya bargeha Eyn El-Esed 109 leşkerên me birîndar bûn
11 sibat, 2020   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji eslê 109 leşkerên ku bi hejandina mêjî birîndar bûne, jê 76 vegerîn xizmeta yekîneyên xwe, lê belê tenê yek li nexweşxaneya leşkerî ya Almanyayê tê dermankirin û yên dîtir li Iraqê hatin dermankirin.

Lê 27 leşkerên din veguhastine nexweşxaneya leşkerî ya Amerîkayê ya li Almanyayê da ku tedawî bibin an jî lêkolînên zêde li ser bên kirin. Di heman demê de 7 leşkerên dîtir dê ji Iraqê rakin Almanyayê.

Ji eslê leşkerên ku heta niha şandine Almanyayê ku hejmara wan 27 e, tenê yek hate dermankirin û ji nû ve vegerî xizmetê li Iraqê. Her wiha 21 leşkerên dîtir bi rê kirin DYA’yê, di heman demê de jî hê 5 leşker li Almanyayê tên tedawîkirin.

Tehranê di berbanga 8`ê Çileyê de moşekên balîstîk avêtin baregehên Eyn El-Esed û Hewlêrê ku tê de leşkerên Amerîkayê bi hejmara 5 hezar û 200 hene. Ew jî bersivdana kuştina fermandarê Feyleq El-Quds a girêdayî Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bi derbeya Amerîkayê li Bexdayê bû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di dema hedefgirtina baregehan de wiha gotibû: "Tu amerîkî di wan derbeyan de birîndar nebûne."

(fr)