Li Beyrûtê xwepêşandanên girseyî li dijî hikumetê dest pê kirin

Li Lubnanê beriya destpêkirina danişîna parlamentoyê ya nîqaşkirina daxuyaniya wezaretê ya hikumeta serok Hesan Diyab û dayîna baweriyê, xwepêşandanên girseyî li dar ketin.

Li Beyrûtê xwepêşandanên girseyî li dijî hikumetê dest pê kirin
11 sibat, 2020   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandêran hewl da bendên li pêş têketina nêzî parlamentoyê rakin, di encamê de pevçûn di navbera wan û hêzên ewlehiyê de derket û hin birîndar bûn û hin jî ji ber bombeyên gazê ji ser hişê xwe çûn.

Xwepêşandêran rêya li pêş Birca El-Mur û rêya Pira El-Rînx a ber bi Hemra ve girtin. Her wiha xwepêşandêran li Ziqaqa El-Belatê hewl da rêya ber bi têketina El-Seraya hikumetê bigirin û di encamê de pevçûn di navbera wan û hêzên artêşê de derket.

Her wiha xwepêşandêr li ser rêya deryayî ya ber bi parlamentoyê ve kom bûn ku rê bigirin û artêşê hewl da pêşiya wan bigire. Di encamê de pevçûn derket û hin xwepêşandêr birîndar bûn.

Hin xwepêşandêran derdora hotela Vînîsiya girt, her wiha derdora hotela Monoro jî kon vegirtin û pankartên "Gendeliyê rawestînin û îro baweriyê nedin hikumetê" hildan.

Artêşa Lubnanê jî bi twittekê wiha daxuyand: "Kiryarên tevliheviyê û destdirêjiya li dijî mal û milkên giştî û taybet daxwazên reş dike û pêk nayne û nakevin çarçoveya nêrînan."

Komên tevgera gel bang li xwepêşandanên girseyî yên îro bi navê "Ne bawerî" kir û her wiha bang li xwepêşandêran kir ku divê parlamenter negihîjin meclisê. Duh komên mezin ên xwepêşandêran ji Beqa û Seyda gihîştin Qada Şehîdan û Riyad El-Siluh û şeva xwe di konan de li qadên naverasta Beyrûtê derbas kir.

(fr)