Kar û xebatên Şaredariya Gel a Erîşa

Şaredariya Gel a navçeya Erîşa ya girêdayî Hesekê, 2 pirên ku navçeyê bi gundan ve girê bidin çêkirin. Niha jî  amadekariyan ji bo çêkirina 2 pirên din dike.

Kar û xebatên Şaredariya Gel a Erîşa
Kar û xebatên Şaredariya Gel a Erîşa
Kar û xebatên Şaredariya Gel a Erîşa
Kar û xebatên Şaredariya Gel a Erîşa
11 sibat, 2020   08:48
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Piştî QSD`ê navçeya Şedadê, herêmên Erşîşa û Deşîşa rizgar kirin, Rêveberiya Xweser dest bi avakirina herêmê kir. Ji bo wê jî saziyên sivîl û xizmetguzariyê vekirin.

Navçeya Erîşa 30 km dikeve başûrê Hesekê, wekî herêmên din ên ku çeteyên DAIŞ`ê dagirkiribûn rastî wêranî, talankirin û hilweşandinê hat û avahiyên herêmê bûn nuqteyên leşkerî yên DAIŞ`ê.

Welatî, herî zêde daxwazên xizmetguzariyê dikin, lewma Rêveberiya Xweser bi hevkariya Rêveberiya Meclisa Şedadê, şaredariya gel li navçeyê vekirin.

Piştî şaredariyê bermahiyên çeteyan paqij kirin û kavil birin derveyî navçeyê. Pir çêkirin, da ku navçeyê bi gundewarên wê ve girê  bidin.

Serokê beşa Fenî yê şaredariya Erîşa Mihmed Abdulsetar Hemada got: “Şaredariyê pira Fekit Mirêcîb û Ebû Hecer  sererast kirin.”

Piştî şaredariyê 2 pirên kevn bi dawî kirin,  projeyek pêşkêşî komîteya şaredariyên li Hesekê kir. Da ku îsal dest bi 5 projeyên din bikin.

Hemada got: “Şaredariyê îsal projeya çerxerêyan çêkirin. Me pêşniyara 5 projeyan kiriye, yê herî girîng pira Etalê ku Hesekê, Şedadê  Erîşa bi hev ve girê dide. Pira Lubaniyê, pira El-Kibiş, qelanên pirê û kanalîzasyon in.”

Cigirê hevserokê Şaredariya Gel a Erîşa Dinya Ferîh wiha got: “Em hemû enerjiya xwe didin kar û xebatê. Da ku xizmeta şêniyên navçeyê bikin.”

Dinya Ferîh bal kişand ser dengmayîna kar û xebata şaredariyê û wiha got: “Ji ber kêmbûna alavan kar dereng dimîne.”

(eh) 

ANHA