Rejîma Sûriyê rêya M5 xist bin serweriya xwe

Hêzên rejîma Sûriyê rêya navnetweyî ya di navbera Şam û Helebê de (M5) xist bin serweriya xwe.

Rejîma Sûriyê rêya M5 xist bin serweriya xwe
11 sibat, 2020   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê piştî herêma El-Raşidîn a derdora bajarê Helebê bi temamî xistiye bin serweriya xwe, rêya navneteweyî ya di navbera Şam û Helebê de bi temamî xist bin serweriya xwe.

Ji sala 2012’an ve cara ewilî ye ku piştî operasyona leşkerî ku hêzên rejîma Sûriyê bi destekdayîna Rûsyayê di 24`ê Çileya derbasbûyî de pêk anî, hêzên rejîma Sûriyê rêya M5 xist bin serweriya xwe.

Hêzên rejîma Sûriyê ji destpêka operasyonê û heta van kêliyan nêzî 160 herêm ji Idlib û Helebê xistine bin serweriya xwe.

(bx)