Mijarên rojnameyên erebî – 11 Sibat

Rojnameyên erebî yên îro der barê kuştina leşkerên Tirkiyê li Sûriyê û aloziya di navbera Şamê û Enqereyê de nivîsîn, her wiha geşedanên li Iraqê jî di rojeva rojnameyan de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî – 11 Sibat
11 sibat, 2020   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-IMARAT AL-YAUM: 5 LEŞKERÊN TIRKIYÊ DI BOMBEBARANA SÛRIYÊ DE LI IDLIBÊ HATIN KUŞTIN

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: “Di topbarana artêşa Sûriyê ya li bakurê rojavayê Sûriyê de 5 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyê jî duh ragihand ku wan di êrîşeke li dijî 115 baregehên artêşa Sûriyê de zêdetirî 100 leşkerên Sûriyê kuştine. Jixwe ev hefteyek e di navbera her du aliyan de alozî kûr bûye. Di vê navberê de Şam bi alîkariya Rûsyayê li herêmê bi pêş de diçe, di encamê de nêzî 700 hezar kes ji parêzgehên Idlib û Helebê koçber bûn.

Tirs heye ku aloziya di bavbera Enqere û Şamê de rewşa li Idlibê aloztir bike. Li wir artêşa Sûriyê ji meha Berfanbarê ve, bi piştgiriya Rûsyayê êrîşeke berfireh bi rê ve dibe, li dijî Tehrîr El-Şam (El-Nusra ya berê) û hin komên din. Her wiha li Idlibê nêzî 3 milyon kes dijîn, nîvê wan koçber in.

EL-EREB: ERDOGAN NIKARE BELAVBÛNA PARTIYA XWE RAWESTÎNE

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: “Dadgeha Bilind a Tirkiyê eşkere kir ku di nava 50 rojan de nêzî 15 hezar endamên AKP`ê kêm bûne.

Li gorî daneyên hatine weşandin, partiya bi serokatiya serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan her endamên xwe winda kirine, di nava 50 rojan de 15 hezar û 692 endam ji nava partiyê derketine.

Li gorî çavkaniyan, Erdogan nikare jihevbelavbûna partiya xwe rawestîne. Yên ji nava partiyê jî derdikevin, dibêjin ku Tirkiyê ya ku di bin desthilata partiyeke îslamî de ye, di gelek mijarên hundirîn de biryarên şaş dide, mîna mijara mafên mirovan, her wiha di siyaseta derve de jî, mîna derbasbûna leşkerî ya Sûriyê.

ŞERQ EL-EWSAT: LI NASIRIYÊ ALOZÎ GUR DIBE, AMERÎKA JÎ WELATIYÊN XWE YÊN LI IRAQÊ HIŞYAR DIKE

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameyê wiha nivîsî: “Duh dîsa rewş li bajarê Nasiriyê yê başûrê Iraqê aloz bû, di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê de pevçûnan rû da û di encamê de xwepêşandêrek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn, li gorî agahiyên çalakvanan.

Duh berê sibê xwepêşandêran 3 pirên girîng birîn; pira Elnesir, ya El-Hedarat û pira El-Zeytûn ku ev pir li ser çemê Firatê ne û her du aliyên bajêr bi hev ve girê dide. Her wiha xaçerêyeke nêzî meydana El-Hebûbî girtin û hewl dan ku nehêlin xwendekar biçin zanîngehan.

Li aliyekî din ve balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê duh welatiyên xwe yên li Iraqê, der barê xwepêşandanên ku dibe roja sêşemê li Bexda û Necefê pêk bên, hişyar kirin. Her wiha ji welatiyên Amerîkayê xwest ku neçin Iraqê û xwe dûrî herêmên xwepêşandanan bikevin û medyaya herêmî dişopînin.

EL-BEYAN: EL-SEDR GEFAN LI ELAWÎ DIXWE EGER EW ENDAMÊN PARTIYAN BIKE WEZÎR

Dîsa der barê geşedanên li Iraqê de rojnameya El-Beyan nivîsî: “Piştî pêla tundiyê ya ku Kumşînan li dijî xwepêşandêran kir, her wiha hewldanên ku xwepêşandêran neçar bikin biryara erkdarkirina Mihemed Tewfîq Elawî bo serokwezîriyê, qebûl bikin. Vê çarê Sedriyan, gefên mezin li serokê hikumetê yê erkdar xwarin. Şepêla El-Sedr gef xwar û got eger Elawî endamên partiyan bike wezîr, ew ê di nava 3 rojan de hikûmeta wî hilweşînin.

Tê payîn ku Elawî beriya 2’yê Adarê kabîneya xwe ya hikûmetê pêşkêşî parlemanê bike ku bê erêkirin li gorî makezagonê.

Şêwirmendê ewlehiyê yê El-Sedr, Kazim Îsawî duh ji rojnamevanan re got: “Eger El-Sedr bibihîze ku Elawî wezaretek daye partiyekê, ew ê Iraqê bike dojeh li ser serê wî û di nava 3 rojan de wî hilweşîne. Her wiha şepêla El-Sedr diyar kir ku ew ê bi tu awayan nebin hevparê hikûmeta nû.”

BAWABET EL-AHRAM: LÛTKEYA AFRÎKAYÊ SPASIYA EL-SÎSÎ DIKE Û PÊŞNIYARA WÎ YA AVAKIRINA HÊZEKE LI DIJÎ TERORÊ DINIRXÎNE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Lûtkeya Afrîkayê ya 33`yemîn, di encamnameya xwe de spasiya serokê Misirê  Ebdilfetah El-Sîsî kir, ji ber keda wî ya rêvebirina rêxistina Yekitiya Afrîkayê, her wiha diyar kir ku Yekitiya Afrîkayê pêşniyara El-Sîsî ya der barê avakirina hêzeke afrîkî ya li dijî terorê de dinirxîne.

El-Sîsî di axaftina vekirinê ya Lûtkeya Afrîkayê li Adis Ababayê de pêşniyar kiribû ku Misir pêşwaziya lûtkeyeke taybet ji bo avakirina hêzeke Afrîkayî ya li dijî terorê bike.

El-Sîsî ji dewletên endamên Yekitiya Afrîkayê xwest ku baş vê pêşniyarê binirxînin û aliyên wê yên rêxistinê lêkolîn bikin.