Cenazeyê Ebram li Minbicê hate veşartin

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebram Minbic spartin axê.

Cenazeyê Ebram li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê Ebram li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê Ebram li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê Ebram li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê Ebram li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê Ebram li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê Ebram li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê Ebram li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê Ebram li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê Ebram li Minbicê hate veşartin
9 sibat, 2020   15:52
MINBIC

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Mihemed Mûsa (Ebram Minbic) hefteya borî li eniyên bajarê Minbicê xeta Sacûr a di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Tirkiyê de dema erka xwe ya parastinê bi cih dianî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Ebram Minbic ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanek wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Minbicê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin û torenek leşkerî destpê kir. Paşê bi navê Fermandariya Hêzên Komandos a Meclisa Leşkerî ya Minbicê fermandar Mihemed Qeramox axivî. Qeramox sersaxî ji malbat şehîda re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Ji giyana şehîdan em hêzê digirin da ku projeya jiyana aştiyane bê cudahî di navbera pêkhateyên herêmê de bidomînin."

Qeramox got, şehîdan bi qehramaniya xwe li hember dijmin Erdogan ê ku dixwaze imperatoriya osmanî vejîne sekinî.

Mihemed Qeramox banga hevgirtinê li pêkhateyên Sûriyê kir ji bo ku xeteriya dewleta Tirk a ku dixwaze axa Sûriyê dagir bike û şêniyên wê yên resen koçber bike, derbas bikin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama rêveber a meclisê Kefa El-Elî axivî û got: "Di civaka têkoşer de şehîd pêşeng û sembola fedekariyê ne."

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê hevserokê Komîteya Aborî Mihemed Sebrî axivî û got: "Şehîd sembolên me ne ku nayên jibîrkirin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê radestî dayîka şehîd hate kirin. Piştre girseya gel cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de spartin axê.

(şx)

ANHA