Şaredariya Til Birak 4 pir sererast kirin

Şaredariya Gel a navçeya Til Birakê 4 pir sererast kirin ku 66 gundan bi hev ve girêdide.

Şaredariya Til Birak 4 pir sererast kirin
Şaredariya Til Birak 4 pir sererast kirin
Şaredariya Til Birak 4 pir sererast kirin
9 sibat, 2020   08:04
QAMIŞLO – ŞIHAB EHMED

Par li herêmên başûr ên herêma Cizîrê baran bi dijwarî bariya û lehî rabûn. Di encamê de bi dehan pir ji xizmetê derketin. Piştî kêmbûna asta av û lehiyan şaredariyên herêmê dest bi sererastakirina piran kir.

Şaredariya Gel a navçeya Til Birak a herêma Cizîrê di 24‘ê Mijdara 2019‘an de dest bi sererastkirina piran kir. Diviya bû ku di 7‘ê Çileyê de sererastkirin bi dawî bûbaya li ji rewşa hewayî ya ne baş xebatên sererastkirinê dereng ma.

Lêçûna sererastkirina pirên "Kaka Seyîd, Zulma, Xeznê û Girêzîl" gihaşt 10 milyon û 185 hezar û 360 lîreyên sûrî. Ev pir 66 gundan bi navenda navçeya û kantona Hesekê bi hev ve girêdide.

Çavdêrê fenî yê Şaredariya Gel a navçeya Til Birakê Hemîd El-Sultan ji ANHA`yê re  got: "Pira Kaka Seyîd ya li ser başûrê rêya Hesekê- Til Birak 25 gundan raste rast bi navçeyê ve girêdide. Pira Xeznê ya  li ser bakurê rêya Hesekê- Til Birak xizmeta 16 gundan dike û bi rêya giştî ya Hesekê- Til Birakê ve girêdide."

El-Sultan diyar kir ku pira Girêzîl a bakurê navçeyê xizmeta 25 gundan dike, piran zulma yê başûrê rêya Hesekê – Til Birak ku li ser geliyek beramberî çemê Ceqceq e. El-Sulan diyar kir ku tevahî pirên hatin sererastkirin pirên gundan e û di nava şertên fenî yên diyar de hatin sererastkirin.

Hemîd El-Sultan diyar kir ku şaredariya Til Birakê gelek projeyên pêşerojê rakirine û li benda erêkirina Desteya Şaredariyan a kantona Qamişlo ye.  Li gorî El-Sultan ji wan projeyan; sererastkirina xetên kanalîzasyonê, raxistina rêyan bi kevirên hûr e.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Fl-vuk6Qhg4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>