Wê rewşa Mustefayê 50 salî çawa be?

Mustefa Mihemed (50) ye û piştî ku dayîka wî jî çû wefatê bê xwedî maye. Mustefa ji dest û lingê xwe astengdare û niha di xaniyê xwe de bê sobe û alîkarî dijî. Pêwîstiya Mustefa bi alîkariyê heye.

Wê rewşa Mustefayê 50 salî çawa be?
9 sibat, 2020   08:27
KOBANÊ- UMER MIHEMED

Mustefa Mihemed (50) li Kobanê dijî. Mustefa bi dayîka xwe re dijiya. Dayîka wî jî ji beriya 8 mehan jiyana xwe ji dest da. Ew ji dest û lingê xwe astengdar e. Nikare baş biaxive. Dema dayîka wî dijiya bi wî re alîkar bû û dikanek biçûk a wan hebû. Piştî wefata dayîka wî ew nikare bi tena serê xwe karê dikanê bike.

Niha hinek tişt di dikana wî de mane û hemû jî dîroka wan serde derbas bûne. Mustefa li malê jî tenê ye û hertim di nava nivînan de ye. Di van rojên zivistanê de sobeyek tune ye ku xwe pê germ bike. Ji xwe dema derdor alîkariya wî neke nikare derbikeve ji derve jî.

Mustefa ku dayika wî debara wî bi cih dianî, piştî dayika wî wefat bû li pêşberî zehmetiyên jiyanê rû bi rû ma.

Tevî hemû zehmetiyan jî lê hertim rû bi ken û xwedî hêz e ku rojên mayî yên jiyana xwe berdewam bike.

Rojên Mustefa yên zehmet hîna dema ji dayîkbûna de destpêkirine. Ew ji dayîkbûnê ve astengdare. Dema nû çêbibû jî dayîka wî xwest wî tedawî bike, lê bijîşkan ji dayîka wî re gotine ku tu tedawiya wî tune ye.

Mustefa di dirêjahiya rojê de li dikana xwe ye vale rûdine.

Mustefa zehmetiyan  dikşîne, nikare baş bi axivîne û bi bêyî alîkariya derdorê nikare bimeşe yan jî xwe li dîwaran digire ku karibe bimeşe.

Mustefa ji me re got: "Ez wisa hatime dinê" û bi xemgînî li derdora xwe û refikên dukanê yên vala dinerî.

Pêwîstiya Mustefa bi alîkariyê heye, rewşa wî her ku diçe zehmet dibe û dibe ku di pêşerojeke nêzî de bê xwarin bimîne. Hinek cîran pê re dibin alîkar û ew jî nizane ku çi li pêşiya wî heye.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2H9dkYOm-d0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>