Navenda `Zarokatiya Ewle` bi zarokên astendar re eleqedar dibe

Navenda `Zarokatiya Ewle` bi koordîneya Buroya Astengdaran a Meclisa Sivîl a Reqayê hewl dide zarokan careke din vegerîne xwendinê. Tevî ku girîngî dide astengdaran. Ji ber ku çîna herî zêde zirar ji şeran dîtiye çîna astengdaran e.

Navenda `Zarokatiya Ewle` bi zarokên astendar re eleqedar dibe
Navenda `Zarokatiya Ewle` bi zarokên astendar re eleqedar dibe
Navenda `Zarokatiya Ewle` bi zarokên astendar re eleqedar dibe
Navenda `Zarokatiya Ewle` bi zarokên astendar re eleqedar dibe
Navenda `Zarokatiya Ewle` bi zarokên astendar re eleqedar dibe
Navenda `Zarokatiya Ewle` bi zarokên astendar re eleqedar dibe
9 sibat, 2020   08:57
REQA-HEMED EL-MISTEFA

Navenda `Zarokatiya Ewle` ya tekane li bajêr tê hesibandin. Li taxa El-Mişleb li rojhilatê bajarê Reqayê ye. Navend bi rêya bernameyên desteka derûnî, çalakiyê curbicur û bernameyên xwefêrkirinê zarokên ji tevgerê, çav û guh astengdar in fêr dike.

Hejmara xwendekarên navendê di navbera 70 heya 100 zarokên astengdar in. Kadroyek di warê zimanê nîşaneyan û alfebeya Prîl de pirspor tevî perwerdekarên desteka derûnî zarokên navendê perwerde dikin.

Bernameyên navendê ji bernameyên desteka derûnî pêk tên. Xwendekar waneyên mîna werzîş, şano, stran û dîlan dibin. Bi armanca ku wan ji rewşa derûnî derxînin. Li gorî kesên li ser perwerdeyê disekinin, ji sedî 70 bersivê didin bernameya perwerdehiyê, lê hin hewceyî piştgiriya derûnî ya domdar hene.

Di navendê de beşek taybet ji bo fêrkirina huneran heye da ku zarok hestên xwe rave bikin. Her wiha pêşengehek taybet bi zarokan heye. Pêşketinek berbiçav di zarokan de çêbûye. Hinek ji wan baş dixwînin û baş bîrkarî dizanin.

Emar El-Elî perwerdekarê desteka derûnê û civakî yê navendê ye dibêje: "Şer sedemek ji sedemên rewşa zarokan e. Bi taybet zarokên astengdar. Zarok herî zêde ji koçberiyê zirar dîtiye."

El-Elî wiha domand: "Em hewl didin zarokan bi taybet ên astengadar perwerde bikin. Ji bo ku wan ji rewşên derûnî yên dijîn derxînin. Sedema sereke ya astengdariya tevgerê mayînên çeteyên DAIŞ`ê  ye. Temenên zarokên ku aliyên xwe winda kirine di navbera 8 heya 12 salan de ne.”

(şx)

ANHA