`Me berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ewle ne`

Şêniyên Idlibê yên ku ji ber şerê di navbera hêzên Rejîmê û çeteyên Tirkiyê de direvin, berê xwe didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Malbata Mihemed Hemze jî wek bi sedan malbatan berê xwe dan herêmên ewle. Hemze got: “Me berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser, ji ber ev herêmên ewle ne.”

`Me berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ewle ne`
`Me berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ewle ne`
`Me berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ewle ne`
`Me berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ewle ne`
9 sibat, 2020   05:49
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Şêniyên parêzgeha Idlibê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve yên Rêveberiya Xweser birêve dibin û Hêzên Sûriya Demokratîk diparêzin berdewam in.

Piştî ku fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ragihand ku ew wek hêz û rêveberî amade ne şêniyên ku ji şerên li Idlibê rû didin, direvin pêşwazî bike, koçberiya şêniyan ber bi herêmê ve destpê kir.

Tugeya El-Şemal a Demokratîk û Artêşa Şoreşgeran ên ku di bin sîwana QSD`ê de şer dikin, koçberên Idlibê pêşwazî dikin helbet piştî ku bi wan re koordîne dikin.

‘ŞÊNÎ BERÊ XWE DIDIN HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER’

Malbata Mihemed Hemze Zera ji şêniyên Çiyayê Zawiyê yê parêzgeha Idlibê ye. Mîna malbatên din koçber bû û gihaşt herêma Minbicê. Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk koçberan pêşwazî dikin.

Mihemed Hemze (29) bavê 5 zarokan e. Hemze dibêje: "Balafirên rejîma Sûriyê bi şev û roj herêm bomber baran dikin. Ji ber wê rewş dijwar bû û em neçar man koçber bibin. Herêmên Rêveberiya Xweser ewle ne. Ji ber wê berê xwe dane herêmê.”

Zêdetirî 220 malbatên ku ji Idlibê koçber bûne, gihaştin herêmên Rêveberiya Xweser. Hinek ji wan koçberan ji kampên herêma Tebqayê re hatin şandin.

Hemze îşaret bi rewşa Idlibê kir û  got: "Xema çeteyan a tekane, talankirin e. Di vê dawiyê de topbaran dijwar bû û her ku diçû dijwartir dibe. Rejîmê siyasta erdê şewitî dimeşîne. Çeteyên girêdayî Tirkiyê hêdî hêdî herêm radestî Rejîmê dikirin. Milkên şêniyan talan dikirin beyî ku herêm û ewlehiya wê biparêzin." 

REVÎNA JI ŞER LI BERAMBERÎ PERE

Hemze rêwîtiya koçberiya ji Idlibê ber bi herêmên Rêberiya Xweser ve wiha vegot: "Em bi şev bi tirs ji bomberbarana balafirên şer ên Rejîmê reviyan. Çeteyan jî li beramberî derbasbûna me 200 dolar ji me birin."

Hemze rewşa Idlibê gelek trajedîk wesifand û got: "Tirkiye sedema vê yekê ye. Ji ber ku herêm firot. Bi hezaran şênî ji warên xwe koçber bûn. Sivîl têne serjêkirin û çaranûsa gel ne diyar e. Gelek komkujî li wir çêdibin. Balafirên Rejîmê malek li nêzî me bombebaran kirin. Ji ber wê malbat ma bin enqazan de man û hîna di bin wir de ne. Dewleta Tirk gelê Idlibê firot. Dema gel berê xwe da sînor, deriyên xwe girtin. Di dawiyê de gel berdêla siyasetên Erdogan dide."

Hemze diyar kir ku Tirkiye sivîlên ku berê xwe didin sînor dike hedef û nahêle derbasî axa Tirkiyê bibin û got: "Gelek caran min hewl da derbasî Tirkiyê bibin lê bê feyda bû. Leşkerên ser sînor sivîl li ber çavên min kuştin, ji ber wê ez paşde vegeriyam. Em spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk û Artêşa Şoreşgeran dikin. Ji ber ku rêya ber bi ewlehiyê ve vekirin.”

(şx)

ANHA