Guterres: Ji ber şandina çekan aloziya Lîbyayê kûr bûye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY)  Antonio Guterres got, ji ber şandina çekan a ji bo Lîbyayê aloziyê Lîbyayê kûr bûye.

Guterres: Ji ber şandina çekan aloziya Lîbyayê kûr bûye
8 sibat, 2020   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY)  Antonio Guterres got, ji ber şandina çekan a ji bo Lîbyayê aloziyê Lîbyayê kûr bûye. Guterres di gotina xwe de îşaret bi dewleta Tirkiyê kir a ku çek û çeteyan ji bo Hikûmeta Wîfaqê re dişîne ku li Terablûsê li dijî artêşa Netewî ya Lîbyayê şer dike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY)  Antonio Guterres  di kongreyeke çapemeniyê de piştî lûtkeya Afrîkayê ya 33‘yan got: "Em piştgiriyê didin çareseriya aştiyane. Rêxistinên Neteweyên Yekbûyî jî piştgiriyê dide lihevanîna di navbera lîbiyan de."

Guterres  anî ziman ku "Agirbest ji bo Lîbyayê ji bo berjewendiyên gel û herêmê gelekî girîng e."

Guterres bang li hemû aliyan kir ku "Divê mekanîzmeyeke hevkariyeke navdewletî were peydakirin da ku bi Afrîkayayê re li hemberî teorê bibe hevkar."

Guterres  her wiha anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî bi hewcedariya hevkariyekê bi Afrîka û civaka xwecihî heye da ku prosesa diyalogan a di navbera aliyên Lîbyayê de hêsan bike.