Mijarên rojnameyên erebî – 8`ê Sibatê

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlibê, bijarteyên dewleta Tirk û Filistînê, kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 8`ê Sibatê
8 sibat, 2020   08:59
NAVNEDA NÛÇEYAN

EL-EREB: TIRKIYÊ LI IDLIBÊ LI HEMBER DU BIJARTEYAN E(TÊKÇÛYÎN AN JÎ KRÎZ)

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî rewşa Idlibê û bijarteyên li hember dewleta Tirkiyê. Têkildarê mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Duh artêşa Tirkiyê ragihand ku tevî têkçûna milîsên wê li Seraqibê, ji nuqteyên çavdêriyê venakişe. Di heman demê de jî îro dê şandeyeke Rûsyayê serdana Enqereyê bike, da ku pêşdeçûnên dawîn lêkolîn bike."

Enqere bi israr e ku dest werde Sûriyê, tevî ku hêzên rejîmê pêşketinên meydanî yên girîng di vê dawiyê de li ser hesabê komên çekdar pêk anîne.

Dewleta Tirk ne ji erêkirina aliyê dîtir ku li wir serwer e, leşkerên xwe derbas bikirana û nuqteyên xwe ava bikirana, ew alî jî Heyet Tehrîr El-Şam(Cebhet El-Nusra yê berê) a girêdayî Rêxistina El-Qaîde ya welatên El-Şam. Her wiha çekdarên Heyetê tevî serbazên dewleta Tirk di dema avakirina nuqteyan an jî pêkanîna erkekê, digerîn.

Êrişa ku hikumeta Sûriyê pêncşemê pêk aniye, dewleta Tirk xiste helwesteke dijwar. Li hember êrişê, du vebijêrk li hember Erdogan hene: yan dê soza şandina hêzeke zêde bide û şer bike yan jî bê deng bimîne û têkçûna li ser destê El-Esed û hevalbendên wê qebûl bike ku dê bibe sedema koçberiya bi milyonan ber bi dewleta Tirkiyê ve.

Diyar e tevahî vebijêrkên dîtir ne guncaw in, nuqteyên çavdêriyê yên girêdayî artêşa dewleta Tirkiyê yên ku dewleta Tirk û Rûsyayê di Îlona 2018’an de li ser erê kirine ku bi hejmara 12 nuqteyan e, nikarin li hember hikumeta Sûriyê bi her awayî bisekinin. Her wiha hê jî El-Esed di vegerandina nuqteya dawîn a mezin li Sûriyê de ya ku di bin serweriya çekdaran de ye bi israr e.

Pisporê di kar û barên Rûsya de Kerîm Has got, ketina Idlibê êdî mijareke ku rev jê tune ye û dûvre dê vegere li ser Efrînê jî.

Bi girtina Rûsya ya asîmanî li ser Efrînê, dê dengeyên hêzê bên guhartin.

ŞERQ EL-EWSET: "SOCHÎ NÛ" ÎRO LI SER MASEYA RÛSYA Û TIRKIYÊ YE

Rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Îro şandeya Rûsyayê li Enqereyê bi xwe re kopyeyeke guhartî ji peymana Sochî ya di navbera her du aliyan de, bir da ku pêşkêşî aliyê Tirk bike. Tê de nexşekirina xetên nû û cûdakirina di navbera radîkalan û komên nerm ên li Bakur û Rojavayê Sûriyê hene."

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu duh wiha got: "Dê rewşa Idlibê bi şandeya Rûsyayê re bê lêkolînkirin. Her wiha rewşa li Idlibê terajedîk e û hejmareke mezin ji sivîlan bi sedema êrişên rejîmê neçarî koçberiyê bûne."

Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wiha got: "Têkiliya me bi dostên tirk re hene û peymanên me bi hev re hene, bi taybet li herêma bêçek a Idlibê. Her wiha dostên tirk soz da ku opozîsyona çekdar ji terorên Heyet Tehrîr El-Şamê cuda bike. Lê mixabin, heta niha teror li Idlibê serwer in û divê ev soz bê pêkanîn."

EL-ÎMARAT EL-YAÛM: ARTÊŞA ISRAÎLÊ HÊZÊN XWE LI EL-DUFA ZÊDE DIKE

Girêdayî rewşa Filistînê rojnameya El-Îmarat El-Yaûm wiha nivîsand:"Artêşa Israîlê piştî nekokiyên dawî ragihand ku hêza xwe li El-Dufa El-Xerbiyê ya dagirkirî zêde kir, ji bo şerên nû dernekevin holê. Şêwermendê Serokê Amerîkayê û endazyarê plana Amerîkayê Jared Kushner û sekretêrê komîteya rêveber a rêxistina Rizgarkirina Filistînê (El-Tehrîr El-Filistîniye) Sayib Irêqat tewanbarî li ser nakokiyên der barê plana Trump de, kirin ."

(fr-bx)