Ji konferansa 3`yemîn a Yekitiya Dermanvanên Qamişlo pêşniyarên girîng

3`yemîn konfransa Yekitiya Dermanvanên Qamişlo bi gelek pêşinyaran bi dawî bû, ku dê di kongreya îsal a Yekitiya Dermanvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bên pêşkêşkirin. Yek ji wan pêşinyaran jî avakirina komîteyeke çavdêriya dermanên pêwîst ji bo herêmê û peydakirina wan her wiha avakirina 2 laboratoriyên dermên.

Ji konferansa 3`yemîn a Yekitiya Dermanvanên Qamişlo pêşniyarên girîng
8 sibat, 2020   09:38
QAMIŞLO

Yekitiya Dermanvanên Qamişlo duh konfransa xwe ya sêyemîn li bajarê Qamişlo li dar xistin. Piraniya endamên yekitiyê ku hejamara wan 207 kes in beşdarî konfransê bûn û pirsgirêk û zehmetiyên beşa tenduristiyê nîqaş kirin.

Di konfransê de tevî 6 endamên meclisa rêveberiyê, Xaliya Omer û Xalid Dawûd weke hevserokên Yekitiya Dermanvanên Qamişlo hatin hilbijartin. Her wiha gelek pêşinyarên ku dê pêşkêşî kongreya giştî ya Yekitiya Dermanvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bên kirin, hatin girtin. Ji pêşinyaran avakirina komîteyekê ji bo derbasbûna dermanên pêwîst ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Erka komîteyê ew e ku çavdêriya dermanên ji bo herêmê bike û peyda bike.

Di konfransa 3`yemîn a Yekitiya Dermanvanên Qamişlo ev pêşinyar hatin kirin:

-Diyarkirina pereyên veguhestina dermanên ku di dergeha Minbicê re tên herêma Cizîrê  bi rêjeya %10.

-Firotina şîrê zarokan tenê  di dermanxaneyan  de.

-Avakirina 2 laboratoriyên derman. Yek li herêma Cizîrê û yên din li herêma Firatê.

-Avakirina komîteyekê ji bo lêkolînkirina qanûnê pêkanîna xebatê dermanvaniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Ji nû ve nivîsandina reşnivîsa sîstema hundirîn a Yekitiya Dermanvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(cx)

ANHA