Meclisa Leşkerî ya Minbicê nasnameya şehîdekî  eşkere kir

Meclisa Leşkerî ya Minbicê û gundewarê wê nasnameya şervanê xwe Xalid Mihemed Ziyad Menle ku di encama êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şehîd ketiye eşkere kir.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê nasnameya şehîdekî  eşkere kir
5 sibat, 2020   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Xalid Mihemed Ziyad Menle eşkere kir. Menle di 4’ê Sibatê, di şerê navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Mertala Firatê de li gundê Ereb Hesen li eniya bakur rojavayê Minbicê rû daye de, şehîd ketiye. Menle ji Sirîn ê ye.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got: “Şehîd Xalid Menle tev li gelek şeran bûye. Di nav de pêngava El-Arîma û rizgarkirina Reqayê heya bigihêje Dêrazorê. Piştî bidawîbûna pêngavê vedigere bajarê xwe da ku şêniyan biparêze. Xalid Menle dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, di şerên li ser eniya El-Sacur de li bakur rojavayê bajarê Minbicê di xendeqên parastinê şehîd ket.”

Her wiha meclisê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna serkeftinê da.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şoreşgerî: Ebû Mihemed

Rastnav: Xalid Mihemed Ziyad Menla

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Sirîn 1998`an

Navê dayîk: Meryem

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka tevlibûnê: Minbic 2016`an

Cih û dîroka şehadetê: Minbic eniya Ereb Hesen 4-2-2020`an

(şx)

ANHA