SOHR: Tirkiye vekişiya, Rejîm derbasî Seraqêbê bû

Piştî ku komên çete yên girêdayî Tirkiyê vji Seraqêbê vekişiyan hêzên rejîma Sûriyê derbasî bajarok bûn.

SOHR: Tirkiye vekişiya, Rejîm derbasî Seraqêbê bû
5 sibat, 2020   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku topbarana bejahî û hawayî li dora bajarokê Seraqêbê berdewam e. Hêzên rejîma Sûriyê ji her alî ve bajarok dorpêç kiriye. Hêzên Rejîmê ber bi rêyên navneteweyî M4 û M5 ve pêş ketin.

Navendê diyar kir ku komên çete yên girêdayî Tirkiyê ji bajarokê Seraqêbê vekişiyane. Ji aliyekî din ve hêzên rejîma Sûriyê derbasî bajarokê bû û dest bi lêgerînê di nav taxan de kir.

Ev geşedan piştî çend saetan ji gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî rejma Sûriyê û muhle daye wê da ku heta dawiya Sibatê heta paş nuqteyên Tirkiyê paşde vekişe hatin.

(şx)