ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05 -02-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05 -02-2020
5 sibat, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Şêx û rûspiyên êlên Ereb banga rakirina tecrîda ku li Rêber Abdullah Ocalan kirin û gotin rê li pêşiya fikrên Ocalan nayên girtin ji ber ku  li ser astek fireh belav bûne û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine pêkanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên ji gundewarê Idlibê yên xwe gihandine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê anîn ziman ku dagirkeriya Tirk şêniyan koçber dike û li ser hejmara wan bazirganiyê dike. Her wiha destnîşan kirin ku Tirkiyê tevahî derî li pêşiya koçberên ji ber şerê li Idlibê direvin girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyekî almanî ku bavê du çeteyan e, awayê tevlîbûna kurên xwe ji nava çeteyan re kifş kir û piştrat kir, Tirkiyê û Almaniya rê ji kurên wî re vekirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di nava du salan de ekîpa destwerdana destpêkê ya Meclisa Sivîl a Reqayê 29 gorên komî yên dema DAIŞ‘ê dîtine, jê 25 vekirine û 5 hezar û 700 cenaze derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyê navçeya Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo gotin: “Eger partiyên Kurdî serhişkiya xwe domandin, dev ji kursî, berjewendiyên partiyetî û kesayetî bernedin, her wiha hincet girtin da ku tev li yekitiya neteweyî ya Kurdî nebin em ê derkevin kolanan û lihember wan serî hildin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçbera bi navê (H.M) a ji bajarê Girê Spî got, çeteyên dagirkeriya Tirk kurdan koçber dikin û malên wan û tiştên tê de dişewitînin.  Her wiha anî ziman ku çeteyan malên xizanan talan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

-Salih Muslim got, bidawîbûna xetên Astana û Soçî û derketina nakokiyan di navbera Rûsya û Tirkiyê der barê Sûriyê de mijareke xwezayî ye, piştî herdu xet armancên xwe winda kirin. Muslim anî ziman ku derketina Îran li Sûriyê wê fikaran ji Amerîkayê re çêneke madem dûrî sînorê Îsraîlê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gêlo Îsa got "Yekrêziya kurdî dê roleke girîng di çareserkirina aloziyê de bilîze û dê rola me di amadekirina destûra Sûriyê de hebe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nakokiyên paşxistî yên di navbera dewletên garantor Rûsya, Tirkiyê û Îranê diyar bûn û bi xwe re şer li herêmên "Bêçek" gur kirin. Çaranûsa wan herêman li gel gefa Tirkiyê ji bo destpêkirina şer û pêketina Rûsya û rejîmê li ser erdê ne diyar e. Ev geşedan pirsên girêdayî çaranûsa Idlibê yê ku bi agirê şer dişewite dide pêş. (BI WÊNE).

JIN

- Jina bi navê Z.E. binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînê bi bîr dixe û dibêje "Bi hebûna dagirkerî û çeteyên wê re jiyan li Efrînê zehmet e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li dijî êrişên dagirkeran jinên navçeya Til Temirê ji bo xweparastinê di malan de perwerdeya çekan dibînin û piştî perwerdeyê jî êvaran kolanên xwe diparêzin. Jinan diyar kir ku biçekbûn mafê wan ê rewa ye û got “Çawa li dijî DAIŞ’ê em bi çek bûn û me ew têk birin, niha jî em ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-4‘emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê ku li kantona Şehbayê tê lidarxistin bi belavkirina xelatan bi dawî dibe, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Meclisa Kantona Girê Spî berpirsyariya tevahî koçberên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, rakiriye. Meclis karê xwe yê alîkariya koçberên ku hejmara wan 70 hezar derbas kiriye, li navçeya Eyn Îsayê pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA