Rejîma Sûriyê ber bi Seraqibê ve pêşde diçe

Hêzên rejîmê piştî vekişandina komên çete yên girêdayî Tirkiyê ji dehan gundan careke din ber bi bajarokê Seraqibê ve pêşde diçe.

Rejîma Sûriyê ber bi Seraqibê ve pêşde diçe
4 sibat, 2020   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku piştî komên çete yên girêdayî Tirkiyê ji gelek gundan vekişiyan hêzên rejîmê ber bi bajarokê Seraqibê ve pêş de diçe.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên rejîmê di nava çend saetên derbasabûyî de li 16 deveran pêşde ket, Barîsa, Hemamat, Til Sultan, Um Şerşûh, Xeşaxîş, Til Îbrahîm, Cebel El-Tewîl, Ketîba Mehcûra, Bilîsa, Wasta, Kiwêris, Til Axer, Mişêrfa, Tewîl El-Helîb, Raqim û Cedîdet Xetra.

Pêşketinên rejîmê hemwextî daxuyaniyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan  hat ku gotibû: "Rejîm hewl dide li Idlibê pêşde biçe. Lê em derfet nadin wê ku pêşde biçe, lê ev yek wê barê me giran bike."

Erdogan got: "Derbarê pêşketinên ku Sûriyê rû didin de hewcedarî bi nakokiyên xeter bi Moskove tuneye."

Her wiha anî ziman ku welatê wî dê derbarê vê mijarê de bê hers bi Rûsyayê re biaxive.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergi Lavrov got, Tirkiyê hin erkên xwe yên der barê Idlibê de bi cih neanîne û diyar kir ku Tirkiyê çeteyên sûrî dişîne Lîbyayê.