‘Divê gelên Sûriyê li dijî dewletên dijber bisekinin’

Endamê Partiya Demokratîk Sûriyê Merwan Esaf Ehmed axivî û got: “Çareseriya aloziya Sûriyê bi diyalogên Sûrî-Sûrî re misoger dibe, lewma divê gelên Sûriyê li dijî dewletên hewldana şer dikin bisekinin.”

‘Divê gelên Sûriyê li dijî dewletên dijber bisekinin’
4 sibat, 2020   06:11
HELEB-SOLÎN REŞÎD-HENAN MIHMED

Têkildarî çaresriya aloziya Sûriyê û girîngiya diyalogên Sûrî-Sûrî, ajansa me hevdtînin bi endamê Partiya Demokratîk Sûriyê Merwan Esaf Ehmed re çêkir.

‘ÇARESERIYA ALOZIYA SÛRIYÊ DI DIYALOGAN DE YE’

Ehmed wiha dest bi axaftina xwe kir: “Çareseriya aloziya Sûriyê divê bi beşdariya gelên herêmê û dûrxistina ajandeyên derve be. Ji ber ajandeyên derve berjewendiyên xwe li ser hesabên gelên Sûriyê didin meşandin. Tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê, diyalogên Sûrî-Sûrî ye, ji ber ajandeyên derve xizmeta berjewendiyên xwe dikin û aloziya Sûriyê gurtir dikin.”

Têkildarî êrişên dawîn ên li dijî bajarê Helebê Ehmed wiha anî ziman: “Dewletên derve piştgiriya komên terorîst dikin. Di encama êrişan de bi dehan sivîl ku piraniya wan zarok û jin in. Bi çekên giran ên Amerîka û moşekên Grad ên ku Tirkiyê çêkirine, têne qetilkirin.”

Ehmed bal kişand ser pirrengiya etnîkî, olî û neteweyî yên li Sûriyê û got: “Dewleta Tirk hewldana derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyan dike. Em wekî partiyeke siyasî li dijî destwerdanên biyanî ne, isbata vê yekê jî dema artêşa Tirk êrişî herêma Efrînê kir. Gelek ciwanên Efrînê parastina herêmê kirin û di oxirê de 73 şehîd di encama balafirên Tirkiyê de şehîd bûn. Ji ber Efrînê bajarekî Sûriyê ye û xwedan cografiyeke cihêwaz e, dewleta Tirk êriş kir.”

Ehmed bang li biratî û jiyana hevbeş a gelên Sûriyê kir û wiha da zanîn: “Heke nakokiyên navxweyî hebin. Ne mumkin e Sûriyeke avaker were avakirin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi yekîtiya gelên Sûriyê heye. Da ku her netew bi zimanê xwe biaxive û Sûriyê Komara Sûriyê ye beriya ku bibe Komara Erebî ya Sûrî.”

Endamê Partiya Demokratîk Sûriyê Merwan Esaf di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman ku divê gelên Sûriyê li dijî dewletên hewldana derxistina şer dikin, bisekine.

(eh)

ANHA